Aqûbeta Bulmuş û 6 gundiyan pirsîn 2020-06-13 15:04:17 AMED /ÎZMÎR - Xizmên windayan û Rêveberên ÎHD'ê yên Amed û Îzmirê vê hefteyê jî lêgerîn û pirsîna windayan berdewam kirin. Malbatan dîsa daxwaza "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" qerîyan. Xizmên windayan li Amedê aqûbeta Ahmet Bulmuş ê li Cizêrê hat windakirin û li Îzmirê jî aqûbeta 6 gundiyên 27 sal berê li Sîlopiya hatin windakirin pirsîn.    Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Amed û Îzmirê lêgerîna windayan berdewam kirin. Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 592'an de çalakiya xwe li ser medya civakî berdewam kirin. Li Amedê ji ber vîrûsa corona li ser hesabê medya civakî yê ÎHD'ê yê Amedê video amade kirin û parve kirin. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sila Demir, daxuyanî da û çîroka Ahmet Bulmuş ê di 1'ê Nîsana 1994’an de li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçavkirin û piştre hat windakirin pirsî. Demîr, diyar kir  ku piştî Gundê Hîsarê ji aliyê eskeran ve hat şewitandin, malbata Bulmuş neçar man ku bên li Cizîrê bi cih bibin û wiha got: "Di meha Nîsana 1994'an de ji bo radyoya xwe tamîr bike çû dikana hevalê xwe Beşir a li ser Kolana Mêrdînê. Texsiya Torosa Spî rê li pêş wî girt. 3 kesên bi çek ew bi zorê xistin texsiyê û binçav kririn. Tamîrkarê Radyo dibe şawidê vê bûyerê.    Çend roj şûnde Fermandarê Cendirmeyan ê Cizîrê Cemal Temizoz, bi ser mala Bulmuş de girtin û lêgerîn kirin. Ji hevjîna wî Fatım re gotin 'Me hevjînê de biriye. Çend rojin mêvanê me ye. Em ê berdin. Piştre Fatma 3 roj şûnde bi daxwaznameyekê serî li rayedaran dide. Lê hêj tu bersîv negirtiye. Dîsa kesekî bi navê A. diyar kir ku di bin çavan de çavê wî girtî bû. Di sala 1996'an de di bîrek li Navçeya Sîlopî cenazeyê 6-7 kesan hat dîtin. Serê yekî hatibû jêkirin. Fatım,  ji cilên wan teşhîs kir ku yek jê hevjînê wê ye. Lê ji tirsa gilî nekir.    AQÛBETA 6 GUNDIYAN PIRSÎN   Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmirê jî bi heman armancê aqûbeta 6 gundiyên ku li Gundê Pêspînê yê Navçeya Sîlopî hatin windakirin pirsîn. Di sala 1993'an de li Gundê Bêspînê ya Sîlopî 6 welatî hatin windakirin. ÎHD'ê xwestin aqûbeta wan bê ronîkirin û kujer bên darizandin. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, Nûnerên TUHAYDER, ESP HDP û gelek kesên din amade bûn. Malat û parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de Pankarta "Winda diyar in, faîl li ku ne" vekirin û xwestin kujer bên darizandin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê PRz. Zafer Încin daxuyanî da.    Încîn, anî ziman ku parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan, ji bo kesên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin binçavkirin û windakirin bên dîtin û aqûbeta wan ronî bibe, bi salan e çalakiyan li dar dixin û diqîrin û wiha got: "Di sala 1993'an de li Bajaroka Bêspinê ya Sîlopiya Şirnexê welatî Îbrahim Akil, Şemdin Culaz, Mehmet Salîh Demirhan, Halît Ozdemîr, Hamdo Şîmşek û Hikmet Şimşek hatin windakirin. Hêj agahî ji wan nayê girtin. Di 14'ê Hezîrana 1993'an de eskerên girêdayî Fermandardiya Tugaya Sînor a fermandarê wê Tuggeneral Mete Sayar bû, 7 gundî binçavkirin. 7 welatî birin Qereqola Cendirmeyan a Bêspînê. Abdurrahman Kayek ê hat binçavkirin serbest hat berdan. Lê 6  gundiyên din nehatin berdan. Hêj agahî ji 6 gundiyên din nayê girtin. Piştî hiqûqa Tirkiye bê encam ma, DMME'ê Tirkiye 70 hezar Euro mahkum kir û xwest tazminatê bidin malbatan.   Bersûc Tuggeneral Mete Sayar, Fermandarê tabûrê Albay Hasan Basri Vural, Fermandarê bolukê Tegmen Îbrahim Kıraç, Serbaz Murat Ali Yıldız, Tegmen Serdar Tekin Fermandarê Tabûra Komando Tansel Erok  piştî demekê hatin darizandin hemûyan beraet kir.