Turmen: Dewlet nikare mudaxaleyî ‘mafê rapêşî û civînê’ bike 2020-06-13 15:22:14 STENBOL - Berdevkê DÎB’ê Riza Turmen, bertek nîşanî hewldanên astengkrina meşa HDP’ê da û diyar kir ku ‘mafê rapêşî û civînê’ mafekî bingehîn e, ne girêdayî destûrê ye û ev tişt got: “Heta ku aştiyane be dewlet nikare mudaxale bike.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dûrişmeya “Li dijî darbeye meşa demokrasiyê” di 15’ê hezîranê de dê ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve bimeşe. Walîtiya Edîrneyê, li dijî vê meşê, di navbera 14-17’ê hezîranê de biryara sînordarkirina têketina bajar girt. Ev hewldana astengkirina meşê ya Walîtiya Edîrneyê sedema bertekan. Dadgerê berê yê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û Berdevkê Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB) Riza Turmen jî li dijî vê astengkirina meşê derket.   DEWLET NIKARE ASTENG BIKE   Turmen, bi bîr xist ku ‘mafê rapêşî û civînê’ ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME’yê ve hatiye ewlekirin û wiha got: “Heke meşa ku HDP plan kiriye bê astengkirin wê ev maf bê binpêkirin. Li gorî vî mafê herkes dikare peyamên xwe li kuçeyê bide û derbarê mijarekê de mafê xwe yê şermezarkirinê bi kar bîne. Ev mafekî gelek bingehîn e û ne girêdayî destûrê ye. Heta ku aştiyane be dewlet nikare mudaxale bike. Agahdarî bê kirin neyê kirin jî mafê astengkirinê yê dewletê tuneye.”   HEMÛ CIVAK BI KAR TÎNIN   Di berdewamê de Turmen, bi lêv kir ku li şûna astegnkirinê divê bikaranîna mafê rapêşî û civînê pêk bîne û ji bo parastina bikaranîna vî mafî hewlest nîşan bide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke dewlet vî mafê pêk neyne û neparêze, wê bê wateya ku dewlet binpêkirina mafê rapêşî û civînê paşguh dike. Li hemû civakên azad ev maf tê bikaranîn û parastin.”   ‘EM PIŞTEVANIYA MEŞÊ DIKIN’   Turmen, da zanîn ku ew piştevaniya meşê dikin û ev tişt anî ziman: “Heke mirov parçeyek demokrat û li cem demokrasiyê be, derfeta mirov ku piştevaniya vê neke tuneye. Piştevaniya vê di heman demê de tê piştevaniya azadî û mafên bingehîn ên Tirkiyeyê. Heke bi awayekî din be, ev tê wateya ku mirov demokrasî û azadiyan naparêze.”