Ji bo girtiya nexweş a tedawiya wê hatiye sekinandin bang kirin 2020-06-13 15:50:16   STENBOL – Parastvanên mafên mirovan, ji bo girtiya nexweş Fatma Ozbay ku ji ber vîrûsa koronayê tedawiya wê hatiye sekinandin, carekê din bê destpêkirin, bang li rayedaran kirin.   Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe “Rûniştina F” ku her hefte ji bo girtiyên nexweş li dar dixin, vê hefteyê jî ji ber vîrûsa koronayê, li ser hesabên medyavakî li dar xistin. Di çalakiyê vê hefteyê ku gihîşt hefteya 429’emîn de parastvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewaşa girtiya nexweş Fatma Ozbay ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê girtî ye.   ÎŞKENCEYA GIRTIYÊN NEXWEŞ!   Di çalakiyê de destpêkê Endama Komîsyonê Meral Nergîs Şahîn axivî. Şahîn, diyar kir ku bi hinceta şewbê girtiyên nexweş bi pêkanînen kêfî re rû bi rû dimînin û wiha got: “Sînordarkirina parêzer û malbatan tecrîda li girtîgehan kûrtir kiriye. Ji bo girtiyan şertên jiyanê gelek zehmet bûne. Ji bo girtiyên nexweş ev rewş bûye îşkence. Di 2 mehên dawîn de hema bibêje hemû serlêdanên ku ji me re hatine derbarê sekinandina tedawiyan de ne. Ev jî êrîşa li dijî mafê jiyanê ye. Girtiyên nexweş, bi redkirina mafê xwe ytê tedawî re terkî mirinê tên kirin.”   GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN   Piştî Şahîn Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn jî axivî û derbarê girtiya nexweş Fatma Ozbay a 55 salî ku 23 sal in girtî ye de agahî da. Acettîn, diyar kir ku Ozbay bi nexweşiya pençeşêrê ya pêsîran ketiye û pêsîreke wê ya aliyê çepê bi tevahî hatiye jêkirin û ev agahî dan: “Li gel ku pençeşêr li hestî û kezeba reş a Ozbay belav bûye jî tu tedawiyeke wê nayê kirin. Dawî li tede û îşkenceya li hemberî girtiyan bînin û astengiyên li pêşiya tedawiyê rakin. Fatma Ozbay û hemû girtiyên nexweş berdin.”