Aqûbeta girtiyê siyasî Kemal Hesen ne diyare 2020-06-13 15:57:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê siyasî yê Kurd Kemal Hesen Remezan ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê biriye, demek dirêje ji beşa girtiyên siyasî ya girtîgeha Ûrmiyê veguhestine cihekî nediyar. Hîn jî aqûbeta girtiyê siyasî Kemal Hesen nayê zanîn. Girtiyê siyasî yê Kurd Kemal Hesen Remezan ji beşa girtiyên siyasî ya girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê veguhestandine cihekî nediyar. Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK  girtiyê siyasî ji nişka ve ji bo cihekî nediyar hatiye veguhestin.   Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) li ser malpera xwe ragihand ku wan ev agahî ji çavkaniyekê pêbawer girtine û gotiye: “Roja 9’ê Hezîranê Şûbeya 9’mîn a Pêkanîna Cezayê a dadgeha Ûrmiyê di nameyekê ya ji bo Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyê nivîsandî de daxwazkiriye ku di nava 24 saetan de rewşa hikmê îdamê ya vê girtiyê siyasî zelal bike.”   Li gorî gotinên wê çavkaniyê pêbawer, li gel ku hikmê darvekirinê ya vî girtiyê siyasî bi awayekî ne amade û beriya bê destgîrkirin hatiye dayîn, piştî ku dema cezayê xwe yê girtîgehê qedandiye, desteya pêkanîna hikmên dadgehê daxwaz kiriye ku rewşa wê dozê were zelalkirin.   Hezîrana sala 2018’an jî ji nişkave ew girtiyê siyasî veguhestibûn Navenda Lêpirsînê ya Rêxistina Îttîlaatê ya Sipah a Ûrmiyê û metirsiya pêkanîna hikmê wî derket pêş, wê demê jî Rêxistina Efûya Navnetewî di daxuyaniyekê ragihandibû ku ew ji rewşa wê girtiyê siyasî bi fikarin û daxwaz dike ku demildest hikmê wê were betalkirin.   Kemal Hesen Remezan 33 saliye û ji bajarê Serêkaniyê ya Rojava Kurdistanê ye. di 28’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê ve li Ûrmiyê tê destgîrkirin û piştî çar mehan li Navendên Lêpirsînê ya Rêxistina Îttîlaatê ya Sipah a Ûrmiyê tê lêpirsînkirin wî vediguhezînin girtîgeha navendî ya Ûrmiyê.   Di Tîrmeha 2015’an de bi hinceta ‘endamê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)’ê ye’ cezayê 10 sal girtîgehê lê hat birîn. Ev ceza piştî demekî û li gorî qanûna temyîzê daket 7 salan. Ceza ji aliyê Şaxa 2 ya Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyê hatibû birîn.   Di çend salên bihorî tevî ku hikmê wî teqez bibû lê 8 caran ew girtiyê siyasî veguhestine navendên lêpirsînê ya bajarê Ûrmiyê û bi hinceta ‘kuştina endamekî sipahê pasdaran ya di havîna 2011’an’ girtin lêpirsînê. Di Nîsana sala 2017’an de carekî din ew girtiyê siyasî vexwandin beşa pêkanîna hikmên girtîgeha navendî ya Ûrmiyê û bi fermî jê re hate ragihandin ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Ew hikme beriya wê di meha Îlonê ya 2011’an de bi awayekî ne amade ji aliyê Şaxa 3 ya Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyê ji bi kesekî bi navê ‘Kemalê Sor’ hatibû birîn, piştre ji ber ku dişibiya navê Kemal Hesen Remezan lewma ji aliyê Wezareta Îttîlaatê weke ‘Kemalê Sor’ hate bi navkirin û hikmê îdamê lê hate birîn.