Ji ber betaliyê li kuçeyan maye 2020-06-14 09:00:30   STENBOL - Cem Cemal ê 23 salî ku ji bo kar ji welatê xwe Ozbekîstanê hatiye Stenbolê, ji ber vîrûsa coronayê betal maye û 2 meh in li kuçeyan dimîne.    Cem Cemal ê 23 salî ku piştî bavê wî jiyana xwe ji dest dide ji bo debara malbata xwe bike ji welatê xwe Ozbekîstanê berê xwe dide Stenbolê. Cemal ku 5 sal berê hatiye Stenbolê, ji ber ku destûra wî ya mayînê tuneye di gelek karan de bê sîgorte û bi awayekî qaçax dişixule. Lê belê piştî şewba vîrûsa coronayê belav dibe wekî gelek kesan ew jî betal dimîne. Piştî betal dimîne perê xwe yê heyî xerc dike û niha jî ji ber ku tiştek di dest wî de nemaye li kuçeyan dimîne.   Cemal, anî ziman ku berî şewbê di aşcaneyekê de dişixulî lê belê piştî şewb belav bûye betal maye û piştî demekê perê pê re diqede û ji ber vê li kuçeyan maye. Cemal, bal kişand ser zor û zehmetiyên jiyana li kuçeyan û got, lê belê tişta herî ew êşandiye dîkekirin e. Cemal, destnîşan kir ku hin komele şîbê didin, lê belê taştê û navroj bi dest wî nakeve.   Cemal, diyar kir ku heger karek bi dest wî bikeve û hinekî pera bi ser hev de wê biçe welatê xwe û got: "Lê hê jî karek bi dest min neketiye. Beriya karantînayê hinekî perê min hebû. Heya Ozbekîstanê heqê balafirê hezar û 600 lîre bû. Ê min jî 2 hezar TL bi min re hebû. Min got bira hinekî din jî çêbibe ez ê biçim. Lê hîn werê karantîna dest pê kir. Ji ber ku çûnhatin jî hat qedexekirin nikaribûm biçim. Çûm konsolxaneya Ozzbekîstanê. Lê alîakriya min nekirin." Cemal, anî ziman ku ji ber rewşa xwe ya aborî 5 sal berê hatiye Stenbolê lê belê di 5 salan de ancax deynê xwe daye.    Cemal, anî ziman ku di vî du mehê li kuçeyê de tiştên dîtine heya vî emrê xwe qet nedîtibûn û got: "Gava tu rewşa xwe dibêjî hin kes alîkariya te dikin, lê hin kes jî ankin. Carinan hin kesên wekî min li kuçeyan dimînin tên dibêjin 'tu birçî yî?' Ew jî muhtac in lê xwarina xwe bi min re parve dikin. Gava ji hin mirovan dixwazim ji min re tiştekî xwarinê bikirin, hin jê xwe dûr dixin hin jê bi çavekî ê dera han li te mêze dikin hin jê jî gotinên nexweş dikin."    Cemal, anî ziman ku ji ber destûra wî ya mayinê tuneye bi rihetî nikare karekî jî peyda bke û got, ji ber ku rewşa malbata wî jî nebaş e pera ji wan naxwaze. Cemal, diyar kir ku niha tenê xwestekek wî heye ew jî bişixule û hinek pere bi hev de û biçe welatê xwe.    MA / Îdrîs Sayilgan - Nacî Kaya