Ji ber tedawiya girtiyê nexweş bi derengî hatiye xistin tiliya wî hatiye jêkirin! 2020-06-14 09:02:03 AMED - Girtiyê nexweş Hasan Aşa ku di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye, ji ber ku di wextê xwe de nehatiye tedawîkirin tiliya wî hatiye jêkirin.    Ahmet Dogan ê 49 salî û ji gundê Qirxalî yê Peyasa Amedê ku di 8'ê Kanûna 2019'an de tevî 24 kesan hatibû binçavkirin û dû re bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "alîkariya rêxistinê" û "peydakirina amûrên teqemeniyê" hatibû girtin, di 4'ê Hezîranê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê derket. Dogan, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê de axivî.    Dogan, diyar kir ku bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin û got, dadgehên Tirkiyeyê bi hiqûqa dijminahiyî tev digerin. Dogan, anî ziman ku piştî şewba vîrûsa coronayê belav bûye li girtîgehê tevdîr baş nehatine girtin û got: "Me xwe bi xwe tevdîrên xwe digirtin. Gelek tişt me bi derfetên xwe distend. Malzemeyê paqijiyê piranî me ji xwe re distend. Di bin navê koronayê de dixwestin tiştên ew dixwazin ferz bikin. Anku nêzîkatiyeke di warê derûnî de bandorê çawa li girtiyan bikin hebû.”    Dogan, destnîşan kir ku di dema sewqkirina nexweşxaneyê de li kampusa girtîgehê girtî dixistin karantînayê, girtiyên dixistin karantînayê jî 14 rojan li Girtîgeha Tîpa T didan sekinandin û got: "Dema dibirin girtîgeh jî lêgerîna tazî li wan dihat ferzkirin. Tevahiya van hevalan jî nexweşên giran bûn. Ev pêkanîn, lîstina bi rûmeta mirovan e. Lê me carek din jî dît ku bi nêzîkatiyeke dijminane nêzîk dibin.”   ‘8 MEH E NIKARE XWARINÊ BIXWE’   Dogan, bilêv kir ku di odeya ku lê dima de girtiyê nexweş Hasan Aşa yê ku heftê sê rojan diçû diyalîzê jî dima. Dogan, got: “Tiliyên Hasan Aşa kangren bibûn. Me gelek caran daxwazname şandin, ji bo bê tedawîkirin. Lê ji ber ku piştî 6 mehan, beriya mehek û nîvê mudahale kirin, tiliyeke wî jê kirin. Di wextê xwe de mudahale hatibûya kirin, wê tiliya hevalê me nehata jêkirin. Bi wê tiliyê jî xelas nabe, tiliyên wî yên din jî weke ya ku jê kirî lêhatibûn. Îhtîmaleke mezin wê destê wî jî jê bikin. Ev yek nêzîkatiya hiqûqa dijminane ye. Dibêjin ‘tu li dijî min î, siyasî yî bimire.’ Dîsa hevalê me Azîz Işiktaş hebû, diranen wî gij hatine kişandin. Hewceye tedawî bibe. Gelek caran çû nexweşxaneyê lê diranên wî tedawî nekirin. 8 meh e nikare xwarinê bixwe û mîdeya wî nerihet e. Bi dermanan li ser linga ye. Ji ber ku taximê diranê yê jê re hatiye çêkirin mezin e, nikare bi kar bîne. Ji ber lêgerîna tazî tê kirin naxwaze biçe tedawî jî bibe.”   GIRTIYÊN NEXWEŞ   Dogan, da zanîn ku îdareya girtîgehê xwarina ji bo kesekî dida sê kesan û xwarin têra wan nedikir û got, mêş, kêzik û tiştên cur bi cur di nav xwarinê de hebûn. Dogan, diyar kir ku ji bo vê yekê serî li dozgeriyê dane, lê belê serlêdana wan nehatiye bersivandin.    Dogan, got: "Piştî şewba coronayê wek firsetekê tiştên kantînê biha kirin. Li gor xwe tev digerin.”    Dogan, anî ziman ku li girtîgehê hema bêje li her odeyê girtiyên nexweş hene û got: “Şert û mercên zindanê ne baş in. Apê Dedo (Mehmet Emîn Ozkan) ê 82 salî gelek nexweşiyên wî hebûn lê bernadin. Hevalê Halîl Guneş, nexweşê penceşêrê ye, di asta dawî de ye. Devê mirov nagire bêje lê bi mehan demê wî maye. Ji bo êş nekişîne hinek dermanan didinê. Rewşa wî nebaş e. Hewceye ev heval werin berdan. Li gor hiqûqê, normên gerdûnî, wijdan û ehlaqê jî divê ev heval werin berdan.”   BANGAWAZÎ   Herî dawî Dogan, bilêv kir ku divê her kes ji bo girtîgehan bi hesasiyet tev bigere û got: “Lazime her kes ji bo girtiyan bi hestiyar be û lê xwedî derkevin. Çi pêwîst be, lazim e were kirin. Çalakiya girtiyan dayî destpêkirin jî lazim e ji derve were destekkirin. Dixwazim hemû sazî, dezgeh û gel xwedî li girtîgehan derkevin.”   MA /Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman