TUAY-DER: Tiştekê hevalên me sûcdar bikin tuneye 2020-06-14 09:03:07 AMED - Endama TUAY-DER'a Amedê Mehtap Metîn derbarê girtinên hevalên xwe de, diyar kir ku hevalên wan bi fermanan hatin girtin û got: “Tiştekê hevalên me sûcdar bikin tuneye. Divê hevalên me demildest werin berdan.” Endama Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê Mehtap Metin bertek nîşanî girtina endam û rêveberên komeleya xwe da. Metin, diyar kir ku dewlet dixwaze xebatên komeleya wan îllegalîze bike û wiha axivî: “Xebatên komeleya me di bin banê Maseya Komeleyan a Walitiyê de tên kirin û li gor rêziknameyê ye. Xebatên ku dewlet dizane ne. Lê dixwaze îllagalîze bike van xebatên me. Ger me xebateke îllegal kiriba wê demê me serî li walitiyê ne dida. Tiştekî ku hevalên me sûcdar bikin nîne. Ji bo seredana malbatan sûcdar dikin? Ji xwe malbat tên serî li me didin. Em bi awayekî hiqûqî alîkariya wan dikin. Serdanên malbatan sûcek çawa ye? Çi wateya vê îllagalîze kirinê heye? Em vê ji hikumetê dipirsin. Çima xebatên komeleyê tên astengkirin? Em ji vê yekê re hiqûqa dijmin dibêjin. Bi hiqûqa dijmin arasteyî me dibin. Tişta ku dixwazin bikin çavtirsandine.”   'BI ÎDÎAYÊN NE RAST HATIN GIRTIN'   Metin, bibîrxist ku  beriya şewba vîrûsa koronayê mufetîşan li komeleya wan venêrîn kirin û wiha got: “Madem komeleya me sûc dike çima ji venêrînê derbas bû. Ji ber ku tu sûc li holê nîne. Ev tenê polîtîkayên hikumetê yên qutifandinê ne. Bi îdîayên ne rast hevalên me hatin girtin. Ji bo ku xebatên me asteng bikin hevalên me girtin. Di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de li girtîgehan binpêkirin girantir bûn û di girtîgehan de tecrîdek heye. Ji ber ku em binpêkirinên mafan ên girtîgehan di rojêve de digirin aciz dibin. Naxwazin kes binpêkirinên di girtîgehan de bibîhis in. Tekane komeleya binpêkirinên di girtîgehan de deşîfre dikin a me ye. Ji ber vê bi ser me de tên. Di girtîgehan de weke salên 80’iyan binpêkirin zêde ne. Em jî dixwazin tevahiya raya giştî û cîhan agadar bikin."   'EM SERÎ NA TEWÎNIN'   Metîn, da zanîn ku hevalên wan ên hatin girtin hinek jê nexweşin û wiha pê de çû: "Em dixwazin ku malbatên me xwedî li hevalên me derkevin. Em li dijî polîtîkayên wan ên çavtirsandinê serî netewîn in. Hevalên me bi pêkanînên keyfî û bi fermanan hatin girtin. Divê hevalên me demildest werin berdan.”   ÇI QEWIMÎ BÛ   Polîsan li Amedê di 9'ê Hezîranê de bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi ser malbatên endam û rêveberên Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) de girtibûn û 22 kes binçav kiribûn. Di serdegirtina malan de, Endamê Meclîsa Şaredariya Rezan ê HDP'î Vahit Dogru, Hevserokê TUAY-DER'ê Mehmet Emin Guzel, rêveberên komeleyê Şafîî Hayme, Hanim Akay, Muşeher Ulker, rêvebera berê ya komeleyê Leyla Ayaz, Abdulmenaf Kur, Husamettin Kiliç, Ayten Kirtay, Zeynep Kiray, Rezan Erimfik, Çekdar Çubuk, Kazim Yayik, Selahattin Çap, Haşim Temîz, Îbrahim Temiz, Mehmet Temiz, Huseyin Temiz, Medeni Kirtay û Fatma Gul binçav kiribûn.    Dadgehê der barê Hevserokê TUAY-DER'ê Mehmet Emin Guzel, Rêveberê komeleyê Şafîî Hayme û Muşeher Ulker, Endamê Meclîsa Şaredariya Rezan ê HDP’ê Abdulmenaf Kûr, Fatma Gul û Selahattîn Çap bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" biryara girtinê da û şandin girtîgehê. Dadgehê Hanim Akay, Leyla Ayaz, Kazim Yayik, Husamettîn Kiliç, Ayten Kirtay, Zeynep Kiyar, Rezan Erîmfîk, Çekdar Çûbûk, Medenî Kirtay, Haşim Temîz, Îbrahîm Temîz, Mehmet Temîz, Huseyin Temîz û du welatiyên ku navê wan nehat zanîn jî bi şertê kontrola edlî serbest berdabûn. Serdanên malbatan, seyran, daxuyaniyên çapemeniyê, serdana şînan û hevdîtinên telefonê bûn mijara sûcdariya TUAY-DER’iyan.   MA / Fahrettîn Kiliç - Cahît Ozbek