Hiqûqzan û siyasetmedaran bertek nîşanî astengkirina meşa HDP'ê dan 2020-06-14 09:13:50 STENBOL - Hiqûqzan û siyasetmedaran bertek nîşanî hewldana astengkirina meşa HDP'ê da û diyar kirin ku astengkirina meşê li dijî Qanûna Bingehîn e.  HDP bi boneya "Li Dijî Darbeyê Meşa Demorkasiyê" dê di 15'ê Hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê bide destpêkirin. Beriya meşê walîtiyên Edîrne, Tekîrdag, Kocaelî û Wanê têketin û derketina ji bajêr qedexe kir. Hiqûqzan û siyasetmedaran bertek nîşanî hewldana astengkirina meşa HDP'ê dan.   OHD: BIRYARA QEDEXEYÊ LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN E    Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ayşe Aciniklî diyar kir ku biryarên walîtiyan girtiye li dijî Qanûna Bingehîn ku mafê meş û xwepêşdanan daye nasînê ye û berteka HDP'ê ya li dijî darbeya li ser partiya wan pêk tê gelek mafdar e û mafek wan xwezayî ye ku nerazîbûn bidin nîşandan. Aciniklî anî ziman ku walîtiyan li ser fermana îqtîdarê biryara astengkirina meşa HDP'ê dane û astengkirina vê meşa rewa li dijî hiqûq û demokrasiyê ye.    'BIRYAR KÊFÎ NE'    Endamê OHD'ê parêzer Kureyş Bîlgîç jî da zanîn ku meşa HDP'ê di çarçoveya rêgezên Qanûna Bingehîn de pêk tê û ew qanûn mafê meş û xwepêşandanan dide nasîn. Bîlgîç anî ziman ku ji bo meşên bi vî awayî ne pêwîste tu ji cihekî destûrê bixwazî. Bîlgîç diyar kir ku biryarên walîtiyan girtine bi temamî kêfî ne û ev biryar didin nîşandan ku mafê meş û xwepêşandanan tê astengkirin.    'ŞEWBA KORONAYÊ HÊCET E'    Hevserokê Rêxistina HDP'a Kocaeliyê Mehmet Selîm Akboga da zanîn ku Walîtiya Kocaeliyê bi hêceta şewba vîrûsa koronayê meşa wan qedexe kiriye û ew ji hêceta walîtiyê bawer nakin. Akboga anî ziman ku hêceta astengkirina meşê ne pandemî ye û got: "Armanca wan ew e ku civakê îzole bikin. Îqtîdar fermanê dide waliyan û ew jî dixwazin me bêdeng bikin û tune bikin. Naxwazin wê peyama dê li Kocaeliyê were dayîn were bihîstin."   ‘QEDEXE NAYÊ QEBÛLKIRIN'    Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî da zanîn ku ew ne bi armanca provokasyonê dimeşin û ew bi armanca pêşî li demokrasiyê vekin û darbe pêk neyên dimeşin û ew ê li dijî polîtîkayên îqtîdarê xwesteka hiqûq û demokrasiyê bînin ziman. Gergerlîoglû anî ziman ku bi van biryarên qedexekirina meşê dixwazin Qanûna Bingehîn binpê dikin û biryara qedexeyên li ser meşa wan nayê qebûlkirin. Gergerlîoglû destnîşan kir ku ew ê bernameya xwe pêk bînin û di çarçoveya plansaziya xwe de dê meşa xwe li dar bixin.