Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Armanca asayîbûnê vekirina demsala turîzmê ye 2020-06-14 11:57:05   MÊRDÎN - Piştî rewşa asayîbûnê ya pandemiyê li Mêrdînê haletên koronayê zêde bûn. Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê diyar kir ku armanca asayîbûnê ew e ku demsala turîzmê vekin.    Hikumetê di çarçoveya tevdîrên vîrûsa koronayê de pêvajoya "asayîbûnê" da destpêkirin. Piştî ku asayîbûnê dest pê kir li bajarên herêmê hejmara haletên koronayê zêde bûn. Li Amedê ev hejmar gelek zêde bûye, li Wanê zêde bûye û her wiha tê çavdêrkirin ku hejmara haletên koronayê li Mêrdînê jî zêde bûn.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin di serî de Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û nexweşxaneyên dewletê yên navçeyan û li hin nexweşxaneyên taybet hin qat ji bo dermankirina pandemiyê hatine veqetandin. Niha li Mêrdîn û navçeyên wê gelek avahî di karantînayê de ne.    'TENDURISTIYA XELKÊ KIRINE QURBANÊ SERMAYÊ'    Platforma Tenduristiyê ya Mêrdînê ku ji Odeya Bijîşkan a Mêrdînê, Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) û Odeya Diransazên Mêrdînê pêk tê têkidlarî zêdebûna haletên koronayê daxuyanî da ajansa me û got: "Em dibin şahid ku tevdîrên koronayê hatine sistkirin û tenduristiya xelkê ji bo berjewendiya xwediyên sermayê tê fedakirin. Armanca vê sistkirina tevdîran û asayîbûnê ew e ku demsala turîzmê were destpêkirin. Her çiqas îqtîdar daxuyaniyan bide jî lê rastî nayê veşartin. Mirov nikare vê rewşê rave bike û hişê mirovan nagire. Li Mêrdînê di du hefteyên dawî de hejmara haletên koronayê hezarî derbas kiriye. Hejmara kedkarên tenduristiyê ku bi koronayê ketine jî derketiye 60 kesî. Birêkûpêk nekirina testan û tespît nekirina haletan ne serkeftin e berevajî vê nebirêvebirina pêvajoya şewbê ye. Mixabin yên ku bedela vê yekê didin jî canên me ne."    MA / Ahmet Kanbal