Ciwanê ku eskeran gule berdayê mir 2020-06-14 12:49:16 WAN - Li gundê Qaşqol a Elbakê, eskeran gule li welatiyan reşand. Di gulebaranê de ciwanê 20 salî Emrah Gorur mir û Saîm Yilmaz jî birîndar bû.   Li gundê Qaşqol a girêdayî navçeya Elbaka Wanê, eskeran li ser welatiyan gule barandin. Di êrîşê de ciwanê 20 salî Emrah Gorur jiyana xwe ji dest da. Welatî Saîm Yilmaz jî bi giranî birîndar bû. Yilmaz, rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêma Wanê. Cenazeyê Gorur jî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê. Cenazeyê Gorur ji bo otopsiye wê bişînin Wanê. Şahidên bûyerê, diyar kirin ku eskerên gule barandin û Gorur di gulebaranê de jiyana xwe ji dest da. Hin welatiyan jî anîn ziman ku Gorur dema zevî av dida û heywanên xwe di çêrandin bi şalgerdanê hatiye fetisandin û dûre gule lê hatiye reşandin.    Hat hîn bûn ku Gorur ê berî 3 salan bavê xwe winda kiribû, li dayik û 7 xwişk û birayên xwe mêze dikir.