Şenyaşar: Berê pirtûk didan, êdî pirtûkan jî nadin 2020-06-14 14:57:39 XARPÊT - Fadil Şenyaşar ku du birayê wî û bavê wî ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz ve hatin kuştin û ew jî hat girtin, ji girtîgeha Xarpêtê name şand. Şenşayar anî ziman ku hemû girtîgeh zor in, lê girtîgeha Xarpêtê ji hemûyan zortir e û wiha got: "Berê pirtûk dişandin, êdî pirtûkan jî nadin. Danişîn dê li Meletiyê bê dîtin, dibe ku heviyek hebe. "    Fatil Şenyaşar ê di 14'ê Hezîrana 2018'an de wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên xwe bi çekan bi ser dikana wan de girtin û bavê wî û 2 birayê wî kuştin, name ji Girtigeha Xarpêtê şand. Şenyaşar, ani ziman ku piştî bûyerê birîndar û û bi birîndarî hat girtin û wiha got: "Ez bi birîndarî girtim û şandim Girtîgeha Xarpêtê. Danişîna doza min dê li Meletiyê bê dîtin. Dibe ku heviyek hebe. Dibe ku bersûc bên girtin û edalet cihê xwe bibîne. Yanî êdî heviya me xwedê ye. Ez hêvî dikim ku edalet cihê xwe bibîne. Ji bo min sewqî girtîgehek nêzî Pirsûsê bikin min gelek caran serî li rayedaran da. Lê min encam negirt. Niha jî ji ber şewbê detûra sewqê nadin. Di 5'ê Tîrmehê de danişîna min li Meletiyê heye. Hevî dikim ku edalet cihê xwe bibîne. Li her girtîgehê zor û zahmetî heye. Lê ev girtîgeh ji hemûyan zortir e. Piştî şewb jî lê zêde bû şert û merc bêtir zor û zahmet bûn. Berê pirtûk didan me. Êdî pirtûkan jî nadin me. Ez hêvî dikim ku di danişîna 5'ê Tîrmehê de biryarek li gorî edaletê derkeve. "