Meşvan wê li Amedê bi awayekê bi hêz bên pêşwazîkirin 2020-06-14 16:04:02 AMED – Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, diyar kir ku meşvanên “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” wê di 17’ê Hezîranê de li Amedê bin û got: “Em amadene ku meşvanan bi awayekê bi hêz pêşwazî bikin.” Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan, diyar kir ku ew ji bo meşa partiya wan li Edîrne û Colemêrgê dest pê bike û li Enqerê bi dawî bibe amadene.      Ceylan, anî ziman ku şandeya HDP’ê ya di 15’ê Hezîranê de ji Colemêrgê derbikeve, wê di 17’ê Hezîranê de bigihêje Amedê û wiha axivî: “Em amadene ku şandeyê bi awayekê bi hêz pêşwazî bikin. Di 18’ê Hezîranê de jî, wê hevdîtinên bi gel re yên navend û navçeyên Amedê dê dewam bikin. Şandeya ji Colemêrgê hatî wê di 19’ê Hezîranê de jî ji Amedê ber bi Edenê ve bir ê bikeve.”    Ceylan, bang li hemû beşên demokratîk kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Werin em hemû bi hev re li dijî faşîzmê, dîktatoriyê û vê rewşa xirab derbikevin. Baweriya me bi gelê me tê. Gelê me tu carî em vale dernexisstine. Em cardin hemû kesan vedixwînin vê meşê û em banga xwedî derketinê dikin.”