Kesê êrîşa zayendperest kir hat binçavkirin 2020-06-14 16:38:32 ENQERE - Bersûc M.V. ê li dijî Başak Demîrtaş êrîşa zayendperest pêk anî hat binçavkirin.  Serdozgeriya Komarê ya Sakarya, ragihand ku bersûc M.V. ê li dijî hevjîna Hevserokê giştî yê HDP’ê yê berê Başak Demîrtaş li ser medya civakî êrîşa zayendperest pêk anî, hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku di encama lêpirsîna hat birêve birin de, M.V. hat binçavkirin û lêpirsîna wî dewam dike.