HDP'yî li Wanê bi horonê hatin pêşwazîkirin 2020-06-14 16:59:29   WAN - Hevserok, parlamenter û rêveberên HDP'ê yên ji bo "Meşa Demokrasiyê" li Wanê kom bûn li ber dengê amûra muzîkê tulim û govenda horonê hatin pêşwazîkirin.    HDP sibê li Colemêrg û Edîrneyê bi dirûşma "Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê" dide destpêkirin. Beriya meşa qolê Colemêrgê HDP'yî li Wanê kom bûn. Parlamenter û rêveberên HDP'ê li Balafirgeha Wanê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar pêşwaz kirin. Sancar û şandeya xwe di dorpêça polîsan de derbasî avahiya HDP'a Wanê bûn. Şandeya HDP'ê bi çepikan hat pêşwazîkirin û li ser meşê îstîşareyan kirin.    DENGÊ TULIMÊ Û HORON    Piştî îstîşareyê HDP'yî li ber dengê amûra muzîkê tulimê ku wek amûrek herêma Derya Reş tê zanîn govenda horon girtin.    Polîsan bi hêceta tevdîrên koronayê xwest HDP'yî bi dawî bikin û qelebalixî belav bibe.    Hevserok Sancar û şandeya li gel wî dê ji bo meşa sibê ji Colemêrgê bidin destpêkirin derbasî Colemêrgê bûn. Şandeya HDP'ê dê sibê şeveqê ji Colemêrgê dest bi meşa xwe bike.