Pervîn Bûldan destek da Başak Demîrtaş 2020-06-14 20:00:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bertek nîşanî êrişa zayendperest a li dijî Başak Demîrtaş da û got: "Di êrişa li dijî îradeya jinan de tu jin bi tenê nîn in. HDP mîsogeriya jiyana jinan a azadîxwaz e."    Hevsreoka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li ser hesabê xwe yê twîtterê bertek nîşanî êrişa zayendperest a li ser medya civakî li dijî Başak Demîrtaş pêk hat da. Buldan wiha got: "Êrişa li dijî Başak Demîrtaş li dijÎ hemû jinan pêk hatiye. Van êrişên zayendperest ji ber polîtîkayên îqtîdara siyasî yên zayendperest pêk tên. "Di êrişa li dijî îradeya jinan de tu jin bi tenê nîn in. HDP mîsogeriya jiyana jinan a azadîxwaz e."