Li 11 gundên Dihê qedexeya derketina derve hat rakirin Qedexeya 2020-06-14 20:04:46   SÊRT - Qedexeya derketina derve ya li ser 11 gundên Dihê hatibû ragihandin hat rakirin.    Walîtiya Sêrtê di 13'ê hezîranê de li 11 gundên girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê bi hêceta operasyona eskerî qedexeya derketina derve ragihandibû. Walîtiyê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyon bi dawî bûye û qedexeya derketina derve li ser gudanan hatiye rakirin.