Herêma Egeyê dest bi 'meşa demokrasiyê' kir 2020-06-14 20:39:53   ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê di çarçoveya "Meşa demokrasiyê" de li ber avahiya xwe daxuyanî da. Bi vê daxuyaniyê starta meşa milê Herêma Egeyê ya Edîrneyê hat dayîn.    Rêxistian HDP'ê ya Îzmîrê di çarçoeya "Meşa Demokrasiyê" de li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, rêveberên HDP'ê yên Îzmîr, Aydin, Manîsa û Mûglayê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kir. Li ser navê girseyê parlamenter Serpîl Kemalbay daxuyanî da. Kemalbay da zanîn ku ew starta meşa xwe ya li herêma Egeyê ya milê Edîrneyê didin. Kemalbay anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên AKP-MHP'ê yên li dijî partiya wan derkevin û ew ê HDP di meş û têkoşîna xwe de teqez bi ser bikeve.