Şandeya HDP'ê li Colemêrgê bi coş hat pêşwazkirin 2020-06-14 21:12:36   COLEMÊRG - Şandeya HDP'e ku dê sibê li Colemêrgê dest bi "Meşa demokrasiyê" bike gihîşt bajêr û bi girseyî hat pêşwazîkirin û meşê derbasî nav bajêr bû.    HDP "Meşa demokrasiyê" ya milê Colemêrgê sibê dide destpêkirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û şandeya gel wî hatin Colemêrgê. Dê sibê dest bi meşê bikin û li Enqereyê bi dawî bikin. HDP'yî di têketina Colemêrgê de ji aliyê xelkê ve hatin pêşwazîkirin. Şandeya HDP'ê ewilî li ber Pira Ciwanan a ji aliyê ciwanên nifşê 68'an ve hatibû avakirin bi girseyî wêne kişandin. Şande bi girseyî di têketina bajêr de hat pêşwazîkirin û bi meşê heta nava bajêr çûn. HDP'iyan piştî meşê plansaziya ji bo sibê kirin. Şande pişt re jî çû serdana malan.