Dikandarên Cizîrê ji ber koronayê derabeyên xwe girtin 2020-06-15 08:43:37 ŞIRNEX - Dikandarên Cizîrê ji ber ku di pêvajoya “normalbûnê” de hejmara kesên bi vîrûsê ketin zêde bûn derabeyên xwe girtin. HDP’ê jî piştgirî da girtina derabeyan û ragihan ku ew ê jî avahiya partiya xwe venekin. Li navçeya Cizîr a Şirnexê, gelek tax û kolan ji ber zêdebûna bûyerên vîrûsa korona (Kovîd-19) kirine karantînayê. Piştî pêvajoya “Normalbûnê” hejmara kesên bi vîrûsê ketin roj bi roj zêdetir bûn. Dikandarên Cizîrê ji ber vê yekê bi înîsiyatîfa xwe biryar dan ku derabeyên dikanên xwe bigirin. Dikandaran deriyên dikanên xwe girtin û banga “di malê de bimîne” kirin.  Piraniya dikandarên duh derabeyên xwe girtin, îro jî li ser hesabên xwe yên medya civakî girtina dikanên xwe parve kirin û gotin: “Ji bo tenduristiya gel heya demekê emê deriyên dikanên xwe ne vekin.”    HDP’Ê JÎ PIŞTGIRÎ DA DIKANDARAN   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê jî, piştîgirî da girtina derabeyên dikanan. Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tûnç, di parvekirina kir de wiha got: “Hikumet vê pêvajoya tirsnak layiqî me dibîne. Lê ger em piştgiriyê bidin hev, em ê karibin bi hev re pêşiya vê pêvajoyê bigirin û bi ser bikevin. Em weke Partiya Gelan piştgiriyê didin dikandarên xwe. Em ê jî, ji sibe de avahiya xwe ya Rêxistina Navçeyê bigirin û ji bo rojên xweş ên pêşerojê em dibêjin Cizîr di Malê de Bimîne (#EvdeKalCizre).”