Polîsan avahiya HDP’a Edîrneyê dorpêç kir 2020-06-15 09:52:33 EDÎRNE – Avahiya Rêxistina HDP’ê ya Edîrneyê ku îro dê “Meşa Demokrasiyê” ya milê Edîrneyê ji berê dest pê bike ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.    HDP îro ji Colemêrg û Edîrneyê bi dirûşma “Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê” ber bi Enqereyê ve dide destpêkirin. Beriya meşa milê Edîrneyê polîsan derdora avahiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Edîrneyê dorpêç kir. Tevî kut ê xwestin meş were astengkirin jî dê meşa milê Edîrneyê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, parlamenter û rêveberên HDP’ê dê saet di 12.00’an de li ber Navenda Danûstendinê ya Sîlîvrî kom bibin û ewilî biçin Edîrneyê û pişt re ji Edîrneyê ber bi Enqereyê ve derkevin rê.