BTS: Sedema qezayan sîrgûn û tayînkirinên bêliyaqetin 2020-06-15 10:36:07 ENQERE - MYK’a BTS’ê derbarê qezaya trênê ya li Meletiyê rû da de daxuyanî da û got: “Ji bo ku heman qeza rû nedin, divê xizmeta rêyên hesin ji yek destî bê kirin û ji bo vê biryar bê dayîn.” Desteya Rêveber a Navenda Sendîkaya Xebatkarên Veguhêzkar a Yekbkûyî (BTS), derbarê qezaya trênê ya li navçeya Battalgazî ya Meletiyê di 13’ê hezîranê roja Şemiyê rû da de daxuyaniyek nivîskî weşand. Serokê Giştî yê BTS’ê Hasan Bektaş û Serokê Şaxa Meletiyê Hasan Akdemîr piştî qezayê çûbûn cihê bûyer, lêkolîn kiribûn û ji malbatên makînîstên trênê Mahmût Kaya û Mehmet Ulutaş ên di qezayê de jiyana xwe ji dest re sersaxî xwestibûn.   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Midûrê Giştî yê TCDD’ê piştî lêkolînan wê derbarê qezayê de daxuyanî bide û wiha hat gotin: “Piştî qanûna derbarê Serbestkirina Veguhastinê ya Rêyên Hêsin ket meriyete bigeha van qezayên wiha ava kir. Di demên dawî de gelek sîrgûn û tayînkirinên bêliyaq hatin kirin. Divê sedema qezaya li Meletiyê tenê karmendên makînîst neyin dîtin. Ji bo ku heman qeza di pêvajoya pêş me de  rû nedin, divê xizmeta rêyên hesin ji yek destî bê kirin û ji bo vê biryar bê dayîn.”