KCD: Bi êrîşan dixwazin meşa demokrasiyê provoke bikin 2020-06-15 10:55:13 AMED - KCD'ê bertek nîşanî êrîşên balafirên şer ên TSK'ê yên li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Qendîlê da û got: "AKP hewl dide bi polîtîkayên şer li ser piyan bimîne û bi van êrîşan dixwaze meşa demokrasiyê provoke bike." Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), derbarê êrîşa balafirên şer ên TSK'ê yên Kampa Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Qendilê bombebaran kirin de, daxuyaniyek nivîskî weşand û bertek nîşanî êrîşan da. KCD’ê, diyar kir ku yek ji armanca êrîşan ev e ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê provoke bikin û got: "AKP hewl dide bi polîtîkayên şer li ser piyan bimîne û bi van êrîşan dixwaze meşa demokrasiyê provoke bike."    KCD’ê di daxuyaniya da de wiha got: "Roja ku meş hate destpêkirin diyar e ku kî alîgirê şer û mirinê ye û kî jî alîgirê aştî û jiyanê ye. Ji ber vê jî meşa HDP’ê heta ku bigihêje armanca xwe divê bidome. Bomberdûmankirina warên sivîlan û kampên penaberên ên di bin statuya Neteweyên Yekbûyî de ye sûc e. Lê ji bo AKP’ê ne girîng e ku di demên pêş de wê di qada navneteweyî de bi çi were sûcdarkirin. Em bang li hemû gelên dinyayê, rêxistinên demokratîk û qada navneteweyî diki ku li hemberî faşîzma AKP’ê bêdeng nemînin. Gelê Kurd divê li hemberî vî şer û faşîzmê yekîtiya xwe pêk bîne û dengê xwe bilind bike. Em ê jî bo bicihhatina daxwazên siyasî yên gelê Kurd, tu carî dev ji daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê bernedin.”