Girtiyên siyasî yên Sîlîvrî dest bi çalakiya xwarin negirtinê kirin 2020-06-15 11:52:33   STENBOL - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sergirtî ya Hejmara 5 a Sîlîvriyê dimînin, bi armanca şermezarkirina binpêkirinên mafan dest bi çalakiya xwarin negirtinê kirin.    Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Sergirtî ya Hejmara 5 a Sîlîvriyê dimînin, bi armanca şermezarkirina binpêkirinên mafan ên di pêvajoya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de rû dan, dest bi çalakiya xwarin negirtinê kirin. Girtiyên îro dest bi vê çalakiya xwe kirin, wê du rojan dewam bikin. Girtiyan bi navbeynkariya malbatên xwe çalakiya xwe ji raya giştî re ragihandin.    Bavê girtî Ozan Hebûn Sumelî Mehmet Nacî Sumelî, yê îro hevîtina telefonê bi kurê xwe re kir, diyar kir ku kurê wî nexweşe û ji ber rewşa wî ya tenduristiyê bi fikarin. Bav Mehmet Nacî Sumelî, da zanîn ku bi hinceta şewbê destûr nayê dayîn ku girtî derkevin qadên hevpar, spor, pirtûkxanê û atolyeyan. Bav Sumelî, da zanîn ku girtî di heman demê de nikarin ji kantînê pêdiviyên xwe bikirin.   BANGA HESTIYARIYÊ   Bav Sumelî, dest nîşan kir ku wan derbarê binpêkirinên mafên girtiyan de ji Wezareta Dadgehê, Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî re daxwazname şandin û wiha banga hestiyarê li raya giştî kir. Em banga hestiyariyê li raya giştî ya demokratîk dikin. Em hêvî dikin ku hemû kes ji bo girtiyan çi ji destên wan bê, bikin.”