Baroyên herêmê: Em ê piştgiriyê bidin çalakiyên demokratîk 2020-06-15 12:44:05   MÊRDÎN – Serokên baroyên bajarên herêmê li Mêrdînê civiyan û diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin her cûre çalakiyên demokratîk ên li dijî guhertina Qanûna Parêzertiyê û dê têkoşîna xwe mezin bikin.    Serokên baroyên bajarên Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Riha, Agirî, Çewlig, Dersim, Colemêrg, Mûş, Şirnex û Semsûrê di navbera 13-14’ê hezîranê de li Mêrdînê kom bûn û civîn li dar xistin. Baroyan encamnameya civîna xwe bi raya giştî re eşkere kir. Hat zanîn ku di rojeva baroyan de guhertina Qanûna Parêzertiyê hebûye. Baroyan di encamnameya xwe de da zanîn ku  ew ê piştgiriyê bidin her cûre çalakiyên demokratîk ên li dijî guhertina Qanûna Parêzertiyê û dê têkoşîna xwe mezin bikin.