Malbatên 2 HPG’iyan ji bo cenazeyên xwe bigirin xwîn dan 2020-06-15 15:27:27 AMED - Malbatên 2 HPG’iyên din, ku li Dersîmê jiyana xwe ji dest dabûn ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin çûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û mînaka xwînê dan. Malbatên 2 endamên HPG'ê Lale Acar (Jiyanda Feraşîn) û Alî Cahfer Aztagaç (Munzur Amed) ên li Dersîmê di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest,  ji bo ku cenazeyên zarokên xwe bigirin çûn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û testa DNA'yê dan.    Rayedarên eskerî yên Dersîmê di 13’ê Hezîranê li malbata Acar û Aztagaç geriya bûn û j iwan re gotibûn ku zarokên wan li Dersîmê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê yekê malbata Acar ji Hatayê û malbata Aztagaç jî ji Amedê îro çûn Meletiyê. Malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe teşhis bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Dozger, piştî ku îfadeya wan girt, ji bo cenaze teşhîs kirin û testa DNA’yê malbat şandin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Li vir rayedaran wêneyên cenazeyan nîşanî malbatan dan. Ji ber ku cenaze nedihatin naskirin malbatan nekarin teşhis bikin. Malbatan, diyar kirin ku rûyê cenazeyan reş bibûn, poz û diranên wan hatibûn şikandin. Malbatan dan zanîn ku li ser vê yekê ji bo testa DNA’yê xwînê dan û rayedaran ji wan re gotin ku heya 2-3’ê mehên wê encam derkeve.    Di heman demê de hat hîn bûn ku niha 2 jê jin 6 cenaze li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên sekinandin.   Li aliyê din di 10’ê Hezîranê de jî, du malbatan ji Amedê, yek jê ji Edeneyê û yek jî ji Dersîmê çûbûn  Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û ji bo testa DNA'yê mînak xwînê dabûn.