Gundekê Colemêrgê kirin karantînayê 2020-06-16 08:07:51 COLEMÊRG - Li Colemêrgê, di çarçoveya bergiyên li dijî vîrûsa koronayê gundê Dîzê heya 14 rojan kirin karantînayê. Saziya Hifzissihha ya Colemêrgê, ragihand ku di çarçoveya bergiriyên li dijî vîrûsa korona (Kovîd-19) de gundê Dîzê yê dikeve ser rêya navçeya Çelê û Colemêrgê heya 14 rojan kirine karantînayê.