'Daxwazên zarokên me bi cih neyên em ê biçin ber Dadgeha Destûra Bingehîn' 2020-06-16 09:01:20 AMED - Rabîa Ataş ku keça wê Şîvekar Ataş di Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê de ye, diyar kir ku girtiyan ji ber binpêkirinên mafan dest bi çalakiyan kiriye û got: “Ez bang li her kesî dikim ku piştevaniya çalakiya girtiyan bikin. Heke daxwazên zarokên me bi cih neyên em malbat em ê biçin li pêş Dadgeha Destûra Bingehîn.” Li Tirkiyeyê bi taybetî bi şewba vîrûsa Covîd-19'ê re zext û zoriyên li girtîgehan zêde bûne. Sema Mazlûm jî di 10'ê Hezîranê de li ser navê girtiyan nameyek şandibû û di nameya xwe de bal kişandibû ser zext û zoriyên li girtîgehan û ragihandibû ku ji bo hişyarkirinê wê dest bi çalakiyan bikin. Mazlûm, di nameya xwe de destnîşan kiribû ku îqtidara AKP-MHP'ê dixwaze pêvajoya şewba vîrûsa Covîd-19'ê ji xwe re veguherîne firsendekê û gotibû, di vê pêvajoyê de bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Her wiha Mazlûm bang li raya giştî jî kiribû ku di vî warî de hesas bin û bi çalakiyan piştgiriya wan bê kirin.   Rabîa Ataş ku keça wê Şîvekar Ataş a 24 salî di Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê de ye jî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê, rewşa keça xwe û çalakiyên girtiyan.    ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ NABIN NEXWEŞXANEYÊ’   Ataş, diyar kir ku keça wê ku 4 sal in girtiye di 12’ê Hezîranê de telefonî wê kiriye û got: “Keça min got ‘ez nexweş im lê hevalên min yên ku ji min nexweştir jî hene.’ Got, j roja şewba vîrusa coronayê derketî wan nabin nexweşxaneyê. Yên ku dibin jî pişt re diavêjin hucreyê, ji ber wê yekê jî naçin nexweşxaneyê. Ji ber nexweşiya wê ya dilî hewceye ku 20 rojan carekê derziyê lêxin lê ji ber ku nabin nexweşxaneyê heban didinê. Laşê wê jî werimiye. Hevaleke wê lingê wê şikestî lê nikarin biçin nexweşxaneyê. Şertên wan giran bûne, li ser wan zext û zor zêde bûne.”   Ataş, anî ziman ku li girtîhehê der barê şewba vîrusa coronayê de tu tevdîr nayên girtin û girtî amûrên paqijiyê bi perê xwe dikirin û xwe bi xwe tevdîrên xwe digirin. Ataş, got: "Mirovên temenmezin ên nexweş hene. Ji çeteyan re efû anîn, lê ji girtiyên siyasî re tiştek nekirin. Edalet û wekhevî li Tirkiyeyê tuneye em malbat bi vê yekê diêşin.”    Ataş, bal kişand ser çalakiyên li girtîgehan jî got: “Ji bo îhlalên mafan girtî daxwazname ji Wezareta Dadê û gelek sazî û dezgehan re dişînin lê girtîgeh daxwaznameyên wan naşîne, dane sekinandin. Her tiştê wan sînordar dikin. Ji bo hevdîtinê tenê kesek dikare biçe. Şewba vîrûsa coronayê ji xwe re kirine mertal. Wê demê bila esker, gardiyan û memûr jî neçin girtîgehê.”   BANGAWAZÎ   Ataş, ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehn bang li raya giştî kir û got: “Ez bang li malbatên girtiyan, saziyên sivîl ên civakî û mirovên welatparêz dikim ku piştevaniya girtiyan bikin. Heke daxwazên zarokên me bi cih neyên em malbat em ê biçin li pêş Dadgeha Destûra Bingehîn. Girtî ji her kesê piştevaniyê dixwazin.”