Hejmara miriyên qezaya Kemaliyê derket 5’an 2020-06-16 10:36:09   ERZÎNGAN – Li navçeya Kemaliyê dormîşeke qelibî Çemê Firatê û qeza pêk hat. Di qezayê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 5’an.    Li navçeya Kemaliyê ya Erzînganê li ser Pira Şirziyê dormîşek qelibî Çemê Firatê û qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 5’an. Ajokarê dormîşê Mehmet Dîl di nav avê de di bin dormîşê de ma û cenazeyê wî piştî xebata 5 saetan ji binî avê hat derxistin. Cenazeyê Mehmet Dîl rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kemaliyê û tedawiya 3 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn jî li nexweşxaneyê didome.