Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-06-16 11:15:55   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç bi boneya sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22’yê gulanê de, di 12-18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin kiribûn.     Parêzer ji 7’ê tebaxê ve 79 caran serî li serdozgeriyê dan lê belê heta niha bersivek erênî an jî neyînî nehatiye dayîn.