Li gundê Lîçikê û Elmalû hemû xaniyan xesar dîtiye 2020-06-16 11:35:21 BÎNGOL – Şandeyek HDP’ê çûn serdana gundên Kanîreş û Çêrme yên erdhej lê rû dabû. Şandeyê diyar kir ku xaniyên li gundê Lîçikê hemû xesar dîtin û li gundê Elmalû jî bi ser 70 xaniyî re xesar dîtine.    Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê pêr bi pileya 5.7 erdhej rû da. Duh jî serê sibê bi pileya 5.6 erdhejek rû da. Piştî erdheja roja ewil ji 200’î zêdetir paşlerz pêk hatin.    ŞANDEYA HDP’Ê ÇÛ SERDANA MEXDÛRAN    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şandeyek şand herêma erdhejê. Parlamenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr û rêveberên HDP’a Çewligê û Kanîreşê di nav de çûn serdana gundên xesar dîtine. Şandeya HDP’ê bi şêniyên gundên Lîçik a girêdayî Kanîreşê û gundên Elmalû û Malxok ên Çêrme ku mexdûr bûne re hevdîtin kirin û li pêdiviyên wan guhdar kirin.    LI GUNDAN XESAR PIR E   Aydemîr da zanîn ku ew çûne serdana gundan û gundan xesarek mezin dîtiye. Aydemîr anî ziman ku gundê Elmalû herî zêde xesar dîtiye û bi ser 70 xanî re xesar dîtine. Aydemîr got ji welatiyên li gundê Elmalû di bin kavilan de mane rewşa kesek giran e û sê kes jî bi sivikî birîndar bûne û dermankirina wan didome. Aydemîr got li gundê Elmal3u hêj xebatên rakirina enqazê didome û di bin kavilan de jî gelek heywan mirine.    Aydemîr destnîşan kir ku li gundê Lîçikê ya Kanîreşê hema bêje xaniyên saxlem nemane û xaniyên xesar dîtine têketina wan talûke ye.