Ji kujerê Kemal Kûrkût re ceza hat xwestin 2020-06-16 13:32:38 AMED – Dozger xwest kujerê Kemal Kûrkût, Y.Ş. ji sûcê “bi zanebûn kuştin” ji 3 salan heta 9 salan were cezakirin.    Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût di Newroza 2017’an a Amedê di têketina qada Newrozê de ji aliyê polîsê bi navê Y.Ş. ve hatibû kuştin. Derbarê kujerê Kûrkût de doza ji sûcê “bi qestî kuştiye” hatibû vekirin û danişîna 1’emîn a dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Kujer Y.Ş. bi hênceta vîrûsa koronayê beşdarî danişînê nebû. Birayê Kûrkût, Ferhat Kûrkût, parêzerên Kûrkût, Mehmet Emîn Aktar, Sîdar Avşar û Zeynep Işik beşdarî danişînê bûn.    Dozger di mutala xwe de bi bîr xist ku guleya li Kûrkût ketiye aydê çeka polîs Y.Ş. ye. Dozger dibêje ku polîsê kujer bi qestî Kemal Kûrkût nekuştiye û parastina kujer kir. Dozger îdia dike ku gule ji erdê pekiyaye û li Kûrkût ketiye. Dozger xwest Y.Ş. ji sûcê “bi qestî kuştiye” ji 3 salan heta 9 salan were cezakirin.    Parêzeran ji bo mutalaya hat xwendin ji bo parastinê xwestin dem were veqetîn. Şandeya dadgehê jî li ser vê yekê danişînê taloqî 22’yê îlonê kir.