Nivîskar Avba: Kazimî êrîşa li ser Kurdan erê kir 2020-06-16 14:03:04   NAVENDA Nûçeyan - Nivîskar Mem Avba, bal kişand ser rastiya Mistefa Kazimî û hikumeta wî û got: "Ruyê Kazimî û hikûmeta wî eşkere dibe. Di serî de têkiliyên wî û dewleta Tirk diyar bûn. Lê ji bo ku bikaribe desthilatî û hikumeta xwe têkûz bike, weke bûkalemûnê kete her rengî. Hem alîgirê DYE, hem yê Îranê bû; hem yê Tirkiyeyê, hem yê welatên Erebî û hem jî yê hêzên Kurdî bû qaşo! "    Nivîskar Mem Avba, têkildarî rastiya  Mustafa Kazimî ku ji avakirina hikûmeta Iraqê berbirsiyar e analîzek nivîsî. Mem Avba, anî ziman ku hêdî hedî ruyê Kazimî û hikûmeta wî eşkere dibe û wiha got: "Di serî de têkiliyên wî û dewleta Tirk diyar bûn. Lê ji bo ku bikaribe desthilatî û hikumeta xwe têkûz bike, weke bûkalemûnê kete her rengî. Ango şerbika şerbetê di destê wî de bû dida devê her kesî. Hem alîgirê DYE, hem yê Îranê bû; hem yê Tirkiyeyê, hem yê welatên Erebî û hem jî yê hêzên Kurdî bû qaşo! "    Avba, da zanîn ku hêj di destpêkê ji bo diyarkirina wezîran Kazimî, bi hevkariya Tirk re zext li aliyê Kurdan kir û wiha got: "Bi zanebûn Wezareta Darayî ji Kurdan girt û li şûna wê Wezareta Karên Derve da Kurdan. Ev ji bo wê armancê bû ku dema êrîşên dewleta Tirk û yên derveyî li ser destkeftiyên gelê Kurd pêk bên, aliyên Kurd nekarin bertek nîşan bidin. Bi vî awayî jî berpirsyariya dewleta Iraqê ya êrîşan veşêre û bertekan arasteyî aliyê Kurd bike..! Ji aliyê dîtir ve ji bo dilê DYE'yê jî xweş bike û desteka wê bigire, xwe ji qeyrana aborî û siyasî-leşkerî rizgar bike, tenê pêkûtî û fişar li ser Heşdî Şebî çêkirin. Kazimî, ji bo ku rewşa xwe ya li qadê û arişeyên civakê yên li ser erdê bibîne û asta wê bipîve ger û serdana xwe ya destpêkê li Parêzgeha Musilê kir. Lê belê şeva beriya ku Kazimî bê Musilê, malûvaniya serokê îstîxbarata Tirkiyeyê Hakan Fîdan kir. Kazimî bi vê gera xwe ya Musilê xwest hem ji bo raya giştî ya hundirîn, hem jî ya derveyî çend peyaman bide. Kazimî di ferqê de ye ku ketina Musil a 2014’an, destpêka binketina Hikumeta Malîkî bû. Lewre Kazimî baş dizane ku serketina hikumeta wî, çareserkirina alozî, nakokî û pirsgirêka Musilê ye. Ev peyameke navxweyî ku dayî aliyê Şîa bû."    SEDEMA FÎDAN A ÇÛYÎNA IRAQ'ê   Avba, da zanîn ku li parêzgeha Musilê, her çiqas nehatibe gotin jî di rastiyê de beşa ku li Musilê herî zêde bûyî qurbaniya keraset û hilweşînê, gelê Kurd bû; nexwazim Kurdên Êzidî bû û wiha berdewam kir: "Lewre civaka Kurd (Êzidî) ji bo careke dîtir bi keraseteke wiha re rû bi rû nemîne, hêzeke xwe ya parastinê ya xweser ava kir.  Tirkiye, Hakan Fîdan ji bo danûstandinên bi Mistefa Kazimî re bi du armancan şand Iraqê:  1-Ji bo ku hebûna Îranê ya li Iraqê weke metirsiyekê tê dîtin, lewre hem DYE, hem gelên Iraqê û hinek aliyên siyasî dixwazin bandora Îranê li Iraqê kêm bikin. Lewma Tirkiye jî dixwaze vê valatiyê ji xwe re bikar bîne. 2-Hakan Fîdan di serdana xwe de weke notayeke dewleta Tirk nerazîbûnên xwe ji Mistefa Kazimî re ragihandiye ka çima bi awayekî fermî fermandarê giştî yê QSD General Mezlûm Ebdî vexwendiye Iraqê.    ŞERTÊN TIRKIYEYÊ    Dîsa di vê hevdîtinê de Hakan Fîdan van şertan piştgiriya xwe (Tirkiye) ji hikumeta Mistefa Kazimî diyar kiriye:   1-Bi lezgînî konsolxaneya Tirkiye li Musil û Besrayê bê vekirin.  2- Hêzên Tirkiye ên li Başîqa, dikarin weke hêza ‘garantor’ a hikumeta Kazimî rol bilîzin.  3- Tirkiye dikare di vê qeyrana aborî ya Iraq dijî de destek û deyn bidê. Nexasim jî ji nû ve avabûna Musilê de şîrketên Tirk roleke mezin bilîzin…   Mistefa Kazimî ji bo ku van daxwazên Tirkiye bi cih bîne, bi lez serdana Parêzgeha Musilê kir. Di vê gera xwe de bi rayedarên leşkerî re rûnişt û plansaziya êrîşên li ser hêzên Kurdî, ya ji Şengalê heta Herêmên Parastinê yên Medayayê  hat erêkirin. Piştî êrîşa balafirên Tirk a li ser Şengal-Mexmûr-Herêmên Parastinê yên Medayayê, qaşo Wezîrê Navxweyî û Wezîrê Parstinê yên hikumeta Kazimî serdana Parêzgeha Musilê kirin. Ev jî eşkere nîşan dide ku Kazimî û Desteya wî, koordîneya vî şerê qirêj ê li ser gelê Kurd dikin!.."