Tirkiye û Îran bi awayekê hem wext bombebaran kirin 2020-06-16 14:25:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Îran û Tirkiyeyê herêma Balekayetî ya çoltera Hewlêre bi awayekê hem wext bombebaran kirin. Li gorî nûçeya ROJnewsê, herêmên Çoman ûBalekayetî ji aliyê hêzên Îranê ve hat topbaran kirin û balafirên şer ên Tirkiyeyê jî di heman demê hêrêm bombebaran kir. Hat diyar kirin ku nêzî saeteke balafirên şer TSK'ê Herêma Balekayetî ya dikeve ser bi Hewlêrê bombebaran kir û Hêzên rejîma Îranê jî, di heman kêliyanherêmê topbaran kir. Li gorî agahiyan, balafirên şer ên TSK'ê herêma Beraskên ya dikeve gundê Alane ya ser bi Çomanê bombebaran kir.   Di heman demê de hêzên rejîma Îranê jî herêma Bêşe û Marên ya dikeve ser Çomanê topbaran kirin. Hîna jî bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê dewam dike, liv û tevbera Balafirên Bê Mirov (ÎHA) yên herêmê berdewam dikin.