Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin 2020-06-16 14:58:11   STENBOL – Danişîna doza Ozgur Gundemê ya rojnameger Huseyîn Aykol û Reyhan Çapan û nivîskar Hasan Başak jê tên darizandin taloqî meha cotmehê hat kirin.    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol, Midura Karên Nivîsan a Ozgur Gundemê Reyhan Çapan û nivîskar Hasan Başak ji doza rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin tên darizandin. Danişîna dozê ya bi îdiayên “propaganda rêxistinê kirine”, “pesnê sûc û sûddar dane” û “sûckirinê tahrî kirine” hatiye vekirin li Dadgeha Stenbolê hat lidarxistin. Aykol, Çapan û Başak ên ne girtî ji dozê tên darizandin beşdarî danişînê nebûn. Parêzer Ozcan Kiliç beşdarî danişînê bû û got di vê qonaxê de tiştek ew bixwazin nîne.    Şandeya dadgehê danişînê taloqî meha cotmehê kir.