Jin xwe ji bo meşê amade dikin 2020-06-16 14:59:15 ÊLIH – Meclîsa Jinan a HDP’ê wê sibe li Êlihê HDP’iyên ji Colemêrgê ketin rê pêşwazî bike.  HDP’iyên duh ji Colemêrg û Edîrneyê dest bi “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” kirin, ligel hemû astengî û zextan jî, meşa xwe dewam dikin. Milê meşa Colemêrgê ya ku wê li Enqerê bi dawî bibe, li bendêye ku sibe bigihêje Êlihê. Li bendêye ku meşvan sibe saet 17.00’an bigihêjin sêguşeya Farqîn û Êlihê. Welatî wê meşvanan li vê derê pêşwazî bikin û heya li ber Parka AVM’ê bi konvoyê re tevbigerin û ji vir jî wê ber bi Amedê ve bi rê bikin. Hevseroka Bajêr Fatma Ablay, diyar kir ku ewê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a HDP’ê meşvanan pêşwazî bikin û got: “Têkoşîna em tenê bi vê meşê re ne sînordare. Têkoşîna me li her derê ye.”    'EMÊ BI AWAYEKÊ XURT PÊŞWAZÎ BIKIN’    Ablay, da zanîn ku ewê bi gel re xwedî destkeftiyên xwe derkevin û wiha banga tevlîbûnê meşê li welatiyan kir: “Em ê meşvanan bi awayekê xurt li sêguşeya Farqîn û Êlihê pêşwazî bikin. Heya derketina ji bajêr em bi meşvanan re tevbigerin û tevlî konvoya wan bibin. Emê bi vî awayî wan bişînin Amedê.”   Albay, bertek nîşanî qedexeya taybet a Walîtiyê ji bo HDP’iyan derxist da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin têkiliya gel û HDP’ê ji hev qût bikin. Lê bernameya me diyare. Em bi biryarin. Emê têkoşîna xwe dewam bikin û em ji niha de li benda meşvanên xwene.”