Berkîn Elvan li Okmeydani bibîr anîn 2020-06-16 16:33:12   STENBOL - Malbat û parêzerên Berkîn Elvan ê di çalakiyên Parka Gezî de li Okmeydanî birîndar bû û 269 roj şûnde jiyana xwe ji dest da li Okmeydani bibîr anîn. Dayika Berkin Elvan Gulsum Elvan anî ziman ku 7 salin li benda edaletê ye û wiha got: "Her ku ez edaletê dixwazim, zarokên din tên qetilkirin."    Malbat û parêzerên Berkîn Elvan ê di çalakiyên Parka Gezî ya 16'ê Hezîrana 2013'an de polîsan li Okmeydani gule berdayê û piştî 269 roj şûnde di 12'ê Adara 2014'an de jiyana xwe ji dest da, 7 sal şûnde li Okmeydani bibîr anîn. Parêzer û malbatê bi hevre çûn li firina ku Berkin nan jê kirbû wêneyên Belkîn danîn û find pêxistin.    GULSUM ELVAN: 7 SAL IN LI EDALETÊ DIGERIM   Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan, diyar kir ku 7 salin li edaletê digere û wiha got: "7 salin kurê min ji min girtin. 7 salin li edaletê digerim. Li DYA zilamê reş ê got "Nikarim bêhnê bistînim" kuştin. 7 sal berê pêhn avêtin Alî Îsmaîl, Polîs 7 sal berê gule berda Ethem Sarisuluk. Gotina ‘min 3 gule berdanê' 7 sal li pey xwe hişt. Der barê mirinia Ahmet Atakan de tu lêpirsîn nehatine kirin. Hêj doza Mehmet Ayvalıtaş ne diyar e. Qatîlê Abdullah Comert serbest e. Polîsê ku pêhn li Alî Îsmail xist serbest e. 7 sal berê kurê min kuştin. 7 sal berê min ew spart axê. 7 salin li kurê xwe digerim. Bi hesreta wî dijîm. Ez edaletê dixwazim. Her ku ez edaletê dixwazim bêtir zarok tên kuştin. Ez dibêjim edalet edalet û edalet."      Parêzera Malbatê Çigdem Akbulut jî anî ziman ku Berkin 7 sal berê li kolanê hat kuştin û wiha got: "Weki ku xwişka Gulsum û mamê Samî jî got em bi edaleta vî welatî bawer nabin. Li gel malbata Elvan lêgerîna me ya edaletê didome. Heta hemû sûc derkeve holê û edalet cihê xwe bibîne dê têkoşîna me berdewam bike."