Ji bo azadiya Zeynep Celaliyan dest bi kampanyayê kirin 2020-06-16 17:06:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên jin, çalakvanên siyasî-sivîl û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê, bi armanca balê bikişîn in ser rewşa Zeyneb Celaliyan û girtiyên siyasî dest bi kampanyeya "Ji Zeynep Celaliyan re azadî" kirin û banga tevlîbûna kampanyayê li raya giştî kirin.  Çalakvanên jin, çalakvanên siyasî-sivîl û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê, bi armanca balê bikişîn in ser rewşa Zeyneb Celaliyan daxuyaniya bi ser navê "Em Dengê Zeynep Celaliyanê ne" weşandin û diyar kirin ku ji bo azadiya Celaliyan dest bi kampanyaya piştgiriyê kirine. Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: "Niha 13 sal in ku Zeyneb Celaliyan ji aliyÊ hêzen rejîma Îranê ve tê eşkencekirin û di rewşek xirab ya pîskolojîk de zindanî ye. Ji ber vê yekê jiyan û tendirustiya wê di xeteriyê de ye. Di vê demê de ji ber ku Zeyneb Celaliyan weke her girtiyek din a siyasî nikariye mafê derman li derveyi zindan û serdanê malbatê bikar bîne, gelek nexweşî di cane wê de derketin û çavên vê îltihab girtine û gelekî kilo kêm kiriye. Di vê dema dawî de jî li girtîgehê bi şewba Covid-19 ango Korona ket. Tevî vê yekê jî Zeyneb Celaliyan li zindanê ye û nayê dermankirin."   JI BO AZADIYA CELALIYAN KAMPANYA PIŞTGIRIYÊ   Çalakvanan di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser rewşa tenduristiya Celaliyan û wiha gotin: "Tevî hemû hewldanên rêxistinên mafên mirovan, Amnesty International, Neteweyen Yekbûyî û hewldnên çalakvanên siyasî û medenî ji bo azadî û başkirina rewşa Zeynebê, lê heya niha berpirsên rejîma Îranê goh nedane wan hewldanan û zextên xwe li ser wê girantir kirine. Roja 28'ê Nîsanê bêyî ku malbata Celaliyan agahdar bikin, berpirsên rejîma Îranê Zeyneb Celaliyan ji nîşka ve ji girtîgeha bajarê Xoyî veguhestin ji bo girtîgeha Qerçek a bajarê Weramîn li başûrê bajarê Tehranê. Di vê girtîgehê de Zeyneb bi şewba Korona ket. Bavê wê li ser rewşa wê ya tendirustiye, ji rêxistina Torên Mafên Mirov a Kurdistanê re ragihand û got: 'kezeba Zeynebê ji ber korona xera bûye û ji ber vê di bin tedbîrên gelek giran de wê veguhestine ji bo nexweşxanê.'"    BANGA PIŞTGIRIYÊ KIRIN   Çalakvanan di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî kirin û bi van gotinan kampanyaya xwe ragihandin: "Em weke çalakvanên jin, çalakvanên siyasî-medenî û kesayetiyen ji bo piştgîriya Zeyneb Celaliyan û hemû girtiyen din ên siyasî kampanyayek didin dest pê kirin. Bi vî awayî em bang li hemû saziyen mafên mirovan di asta cihanê de, li hemû çalakvanên siyasî û medenî, hemû jinan û kesên  ku xwedî li Zeyneb Celaliyan û hemû girtiyen siyasî derkevin û ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan piştgîriya vê kampanyayê bikin."   Çalakvanan, daxwazên xwe yên kampanyayê wiha rêz kirin;   "1. Em daxwaz dikin ku Zeyneb Celaliyan demildest bê berdan.   2. Tevî Zeyneb Celaliyan gelek girtiyên siyasî bi şewba koronayê ketin. Em bang li aliyên pêywendîdar dikin, zextê li rayedarên Îranê bikin da ku di çarçoveya mafên girtiyan û peymanên navneteweyî de tevbigere.   3. em bang li Amnesty International, Neteweyên yekbûyî, parlemena Ewrûpa, saziyên mafên microvan yên cîhanê, saziyên li Îran û Kurdistanê û dezgehên ragihandinê dikin ku ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan têkevin nava hewildanan û zextê li rejîma Îranê bikin.   4. Em bang li herkesî dikin ku tevlî çalakiyên ku wê li ber seferetxaneyên Îranê bên çêkirin bibin û daxwaza azadiya Zeyneb Celaliyan û girtiyên din yên siyasî bikin.   5. Her kes dikare bi nivîs, wêne û dîmenan peyamê piştgiriya vê kampanyayê bike.   6. Em bang dikin ku her kes mafnameya dijîtal a ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan îmze bike. Wê ew mafname ji Amnesty International, Neteweyên yekbûyî, parlemena Ewrûpa û saziyên mafên microvan re bê şandin."