Hîlala Berê li benda şêniyên xwe ye 2020-06-17 09:08:47 ŞIRNEX - Cihwarê berê yê bajaroka Hîlalê ya Qilebanê, 3 çaran hatiye şewitandin. Lê belê hîn jî bi xwezaya xwe wekî bihuştekê ye. Ev cihwarê ku bûye warê kesên diçin geşt û seyranan, niha li benda şênî û mêvanê xwe ye.  Bajaroka Hîlalê ya Qileban a Şirnexê heya niha 3 caran hatiye şewitandin. Ewilî di salên 1830'yî di êrîşeke li ser keldaniyan de; a dudoyan piştî Serhildana Bêşebabê ya 1926'an û herî dawî jî di salên 1990'î de ji ber gelê herêmê cerdevantî qebûl nekir hat şewitandin û valakirin.    ÊN KOÇ KIRIN ÇÛN MEXMÛRÊ    Hîlala Berê ku li herêmê ewilî ew û gundê cînarê wê Mijîn pev re hatin şewitandin, piştî êrîşa dawî tu bikî nekî nebû wek berê. Bi taybetî jî piştî bûyera 1993'yan piraniya welatiyan koç kir, çûn li Kampa Mexmûrê bi cih bûn. Welatiyên koç nekirin jî çûn li cihwarê nû yê Hîlalê an jî gundên derdorê bi cih bûn.    ÇEMÊ MIJÎNÊ   Lê belê çendî ku bi salan e vikîvala mabe jî hê jî bi xwezaya xwe mirov heyr û hejmekar dihêle. Xaniyên kavilbûyî, darên fêkiyan, dar û berên wê hema bêje wekî bihuşteke veşarî ye. Her wiha Çemê Mijînê jî di nav re derbas dibe û ev rengekî hîn xweşiktir lê bar dike.    Her roj bi dehan kes sirf ji bo vê bedewî û xweşikiyê tên serdana Hîlala Berê dikin. Hin welatî kewarên xwe yê mêşan datînin ser avahiyên kavilbûyî û hin jê jî li qeraxa Çemê Mijînê bêhna xwe vedidin.    Şêniyên Hîlalê ku bi salan e dûrî warê xwe ne diyar dikin ku heger zext û zorî kêm bibin û şert û merc bên peydakirin wê vegerin.    MA / Mujdat Can