Gundê Malxokê di erdhejê de hilweşiya 2020-06-17 11:24:20   ÇEWLIG – Li gundê Malxok ê navçeya Çêrme erdhejê xesarek mezin da malan û welatî mexdûr bûn.    Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê di 14’ê hezîranê de erdheja bi pileya 5.7 pêk hat û dotira rojê jî erdheja bi pileya 5.6 pêk hat. Hat diyarkirin ji 200’î bêtir paşlerz pêk hatine. Bi taybetî gundên girêdayî navçeya Kanîreşê û Çêrme yên Çewligê xesarek mezin dîtine. Erdhejê tesîrek neyînî li ser gundê Malxok a girêdayî Çêrme kiriye û hat gotin malên gundiyan xesar dîtine û hilweşiyane.    ‘ALÎKARÎ TÊR NAKE’    Yek ji van gundên xesar ku dîtiye li gundê Malxokê xelk perîşan bûye. Welatiyê bi navê Hîkmet Tepe piştî erdhejê ji Aydinê berê xwe da gund û alîkarî ji malbata xwe re anî. Tepe anî ziman k udi erdheja duyemîn de gelek malên gund hilweşiyane û her çiqas AFAD alîkariya kon û wekî din dabe welatiyan jî têr nake û welatî newêrin bikevin malên xwe. Tepe got hemû axûrên sewalan jî xera bûne û herî kêm 10 serî pez di bin kavilan de mane.    ‘XESARA GUND NEHAT DÎTIN’    Tepe da zanîn ku çûnehata gund gelek zehmet e û ji ber rê xera bûne kes nikare xwe bigihîne gund û loma şêniyên gund mexdûr in. Tepe anî ziman ku li gund bêtir nifûsek ji welatiyên extiyaran pêk tê hene û nifûsa ciwan zêde nînin. Tepe diyar kir ku rojnamegerên çûne gund jî hemû nûçeyên xwe li ser alîkariyê çêkirine û çapemeniyê cih nedaye xesar li gund bûye.