Cenazeye kesê ku di bendavê de winda bûbû hat dîtin 2020-06-17 11:56:47   ÊLIH – Cenzayê ciwanê bi navê Abdûlqadîr Yanaç ku li Heskîfê ketibû gola bendavê û winda bûbû, hat dîtin.    Li navçeya Heskîfê ya Êlihê, ciwanê bi navê Abdûlqadîr Yanaç (24) ketibû gola Bendava Ilisûyê û winda bûbû. Duh ji bo Yanaç xebatên Lêgerînê hatibûn destpêkirin û tu encam nehatibû bidestxistin. Îro serê sibehê xebatên lêgerînê careke din hatin destpêkirin û komên AFAD’ê cenazeyê Yanaç dîtin. Cenazeyê Yanaç ji bo otopsiyê şandin Morga Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê ya Dewletê.