Cezayê bersûcên ku Şûle Çat qetil kiribûn hat erêkirin 2020-06-17 13:28:58 ENQERE – Cezayê ku li bersûcên di doza Şûle Çat de tên darizandin hatibû birîn, hat erêkirin.  Li Enqereyê, di 29’ê adara 2018’an de xwendekara zanîngehê Şûle Çat, piştî ku tecawizê wê hatibû kirin, hatibû kuştin û cenazeyê wê di qata 20’emîn de hatibû avêtin. Bersûcê ku Çat qetil kiribû Çagatay Aksû, bi sûcdariya “kuştina bi zanebûn” , “êrîşa zayendî ya bi wesf” û “binpêkirina azadiya kes” 12 sal û 6 me û bersûc Berk Akand jî bi hinceta ku di hemû sûcan de piştgiriya Aksû kiriye jî 18 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hatibû birîn. Ev cezayê ku li bersûcan hatibû birîn, hat erêkirin.