Kesên 'nediyar' ketin mala Eren Keskin 2020-06-17 13:29:15 ENQERE - Navenda Giştî ya ÎHD'ê diyar kir ku kesên nasnameya wan nediyar wekî "Diz" ketine mala Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û nîşeyên gef xwarine li malê hiştine.  Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî kesên ketine mala Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn daxuyanî dan. ÎHD'ê bi ser navê "Gefa li dijî Hevseroka me ya Giştî Eren Keskin" daxuyanî da û wiha got: “Di 16'ê Hezîrana 2020'an de kesên nasnameya wan nediyar wekî "diz" xwe nîşan dane û ketine mala Hevseroka Giştî ya me Eren Keskin ya li Maltepe ya Stenbolê. Kesên ketine mala Keskîn alav û amûrên li malê tev li hev kirine û bêyî ku tiştekî bidizin ji malê çûne. Polîs ji qereqolê çûne lêkolîn kirine, Hêj dîmenên kamerayan û lêkolîn didome. Em nikarin vê mijarê wekî bûyerek ji rêzê ya "diziye" pênase bikin. Di lêkolina ewil a cihê bûyerê de tê dîtin ku armanc dikin ku gefan li Eren Keskîn bixwîn û wê bitirsînin. Eren Keskîn li Tirkiye û cîhanê hatiye naskirin û parazvana mafên mirovan a bi hurmet e. Hevseroka Giştî ya komeleya me ye. Tê zanîn ku aşkere û bê tirs îfadeyên xwe tînin ziman. Dem bi dem lêpirsînê ku em wekî "tacîza darazê" pênase bikin tên vekirin. Em dixwazin Wezareta Karên Hundir û midûrê giştî yê polîsan bi awayekî lez û çalak lêpirsînê bide destpêkirin û rastiyê ronî bike.    Komeleya me dê di qada neteweyî û navneteweyî de ji bo bûyer ronî bibe û rastî derkeve kolê serî li rayedaran bidin. Keskîn wîcdanê me tevan e. "