Dadgehê di doza Nisêbînê de li 45 kesan ceza birî 2020-06-17 13:52:44   MÊRDÎN - Dadgehê, di danişîna doza Nisêbênê de li Rojhat Aydin ê dihat darizandin cezayê muebetê û 20 sal cezayê girtîgehê birî. Dadgehê heta niha li 45 kesên ku ji vê dozê tên darizandin ceza birî.      Danişina doza Nisêbînê ku 17 jê zarok 70 kes têne darizandin didome. Danişîna dozê li 4'emin Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam kir. Di danişîna dozê de Rojhat Aydin ê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê girtî ye bi rêya SEGBÎS'ê amade bû. Aydin parastin kir û piştre parêzerê Aydin Mehmet Demîr parastin kir. Heyeta dadgehê piştî parastinê li Rojhat Aydin cezayê muebetê û 20 sal cezayê girtîgehê birî. Dadgehê bi îdîaya "Yekîtî û tevahiya dewletê xera kiriye" cezayê muebetê û bi îdeaya "Hewl daye bikuje" 17 sal û zerar daye malê cemaweriyê jî 3 sal bi giştî ceazyê muebetê û 20 sal cezayê girtîgehê birî. Heyeta dadgehê heta niha tevî Rojhat Aydin li 45 kesan ceza birî.    Di 26'ê Gulana 2016'an dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 17 jê zarok 70 kes ji bajêr hatibûn derxistin. Piştre hatibûn girtin û paşê doz li wan hatibû vekirin.