Şandeya HDP’ê sibê dê li Amedê serdana rêxistinên civakî bike 2020-06-17 14:04:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberên HDP’a Dersim ji bo beşdarî “Meşa Demokrasiyê” bibin berê xwe dan Amedê. Şandeya baskê Colemêrgê dê sibê li Amedê rêxistinên civakî yên sivîl ziyaret bike.    Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Dersimê ji bo beşdarî “Meşa Demokrasiyê” ya baskê Colemêrgê bibin li Kuçeya Hunerê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka HDP’a Dersimê Nûrşat Yeşîl daxuyanî da û got ji bo ew piştevaniya meşê bikin dê li Amedê beşdarî meşê bibin. Piştî daxuyaniyê rêveberên HDP’ê ber bi Amedê ve derketin rê.    AMED   Li aliyê din baskê “Meşa Demokrasiyê” ya Colemêrgê îro êvarê digihîje Amedê û dê li ber avahiya HDP’ê were pêşwazîkirin. Pişt re jî dê daxuyanî bidin çapemeniyê. Şandeya HDP’ê ya baskê Colemêrgê sibê rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê ziyaret bike û her wiha dê esnafan jî ziyaret bikin.