Tevahiya rê piştgirî dan meşvanên demokrasiyê 2020-06-17 14:43:47   BEDLÎS – Li tevahiya rê welatiyan eleqeyek zêde nîşanî meşvanên demokrasiyê ku ber bi Bedlîsê bi rê ketin da û bi çepik, dûrişm û tililiyan piştgirî dan wan.    Milê “Li dijî darbeyê meşa demokrasiyê” ya HDP’ê ku ji Colemêrgê ber bi Enqereyê daye destpêkirin, piştî Wanê berê xwe da Bedlisê. Tevahiya rê welatiya eleqeyeke zêde nîşanî girseya meşê ku di nav de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Beycan Taşkiran û hejmareke zêde parlamenter hene, da. Ajokarên wesayîtan bi qorneyan û hin welatî jî derketin şaneşînin malên xwe û meşvanên demokrasiyê pêşwazî kirin.    WELATIYAN PIŞTGIRÎ DA   Meşvanan li devereke nêzî Tetwanê navber dan meşa xwe û li ber stranan govend gerandin. Li vê derê coşeke mezin û dîmenên gelek rengîn derketin holê. Piştre meşvanan bi wesayîtên ber bi Tetwanê ketin rê. Dorpêça polisan a li navçeyê balkêş e. Li gel vê yekê jî welatiyan bi nîşaneya serkeftinê û dûrişmeyan piştgiriya meşvanan kirin.    BI GEL RE HATIN GEL HEV   Meşvanên demokrasiyê li Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê bi gel re hatin gel hev. Li vir parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axaftinek kir û destnîşan kir ku armanca meşa wan azadî, çareseriya Pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Piştre Taşdemîr, bal kişand ser astengiyên ku ji wan re tên derxistin û ev tişt got: “Dixwazin me li her derê asteng bikin. Lê em dizanin ku dilê gelê Bedlisê bi me re ye. Em bi berxwedanê bi serkevin.”   Welatiyan di timik dûrişmeyên “Em ê bi berxwedanê bi serkevin” berz kirin.    Piştî vê hevdîtinê, girseya meşê ber bi navenda Bedlisê ve derket rê.