Ji baroyan daxwazên hevpar: Pêşnûmê betal bikin 2020-06-17 15:33:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyên Riha, Mêrdîn, Enqere, Amed, Wan Îzmir û gelek baroyên din bi boneya pêşnameya Zagona Parêzeriyê bê betalkirin daxuyanî dan. Parêzeran bi awayekî hevpar xwestin ku pêşnûma bê betalkirin û ger ku neyê betalkirin dê mafê xwe yê çalakiyên demokratîk biparêzin.    Baroyên Amed, Mêrdîn, Riha, Îzmir, Enqere, Wan û gelek bajarên din bi boneya pêşnûmeya zagona parêzeriyê ku gelek mafê parêzeran û mafê bijartin û hilbijartinê ji destê parêzeran digirin bê betalkirin û paşve bikişînin daxuyanî dan.    RIHA    Baroya Rihayê bi heman armancê daxuyanî da û xwest pêşnûma bê betalkirin. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û gelek parêzer amade bûn. Serokê Baroyê Abdullah Oncel, daxuyanî da û diyar kir ku dê bi vê pêşnûmayê welatî bê parastin bên hiştin. Oncel, anî ziman ku ger ev pêşnûma nayê betalkirin dê hemû mafê xwe yê demokratîk biparêzin û dengê xwe bilind bikin. Oncel, anî ziman ku ji ber ew parastin û parêzeriya jinê ya li dijî tundiya mêr, parastina zarokan a li dijî îstîsmara mêr dikin û dîsa li dijî talankirina xweza û dîroka Heskef, Munzur, Gola Selda, Çiyayê Kazê, Gola Dipsizê parastinê dikin dibin hedef û wiha got: "Ji ber ku em li dijî talankirin, wêrankirin, binpêkirina mafan, îşkence û muameleya xerab in em dibin hedef. Ji ber ku em li dijî şer aştiyê dixwazin, em li dijî pakêta ku di yek destî de hatiye komkirin derdikevin em dibin hedef. " Oncel herî dawî banga piştevaniyê kir.    LI GELEK NAVENDAN DAXUYANIYÊN HEVPAR    Baroyên Mêrdîn, Enqere, Amed, Wan û Îzmirê jî bi heman armancê daxuyanî dan û xwestin ev pêşnûma bê betalkirin û paşve bê kişandin.