Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 861 2020-06-17 20:14:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê hezar û 429 kesên din jî bi şewbê ketine û 19 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê hezar û 429 kesên din jî bi şewbê ketine û 19 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 182 hezar û 727 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 861.