Malbatê cenazeyê Bîrsen ê HPG’yî di dorpêçê de defin kirin 2020-06-18 00:10:16 AMED - Malbata Omer Bîrsen ê HPG’yî ku di Tîrmeha 2018’an de li Şirnexê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, cenaze ji Şirnexê girtin û anîn li Goristana Gundê Qirkincik ê navçeya Rezanê defin kir.  Malbata Omer Bîrsen ê HPG’yî ku di 28’ê Tîrmeha 2018’an de li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê di bomberanê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbat di saetên sibê de çûn Şirnexê û piştî cenaze wergirtin anîn Amedê. Malbatê cenaze di saetên şevê de anîn Amedê û li Gundê Qirkincikê defin kirin. Malbatê heta ku cenaze ji Şirnexê anîn Amedê li 5 nokteyan ji aliyê esker û polîsan ve hatin rawestandin û di GBT’ê re hatin derbaskirin. Malbat saet di 22.00’ê şevê de gihişt Amedê û cenaze li Goristana Gundê Qirkincikê bi tevlêbûna gundiyan di bin dorpêça maşîneyên zirxî de defin kirin. Malbat dê sibê şînê li mala xwe dînin û sersaxiyê qebûl bikin.