ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-18 09:00:59 * Li navçeya Licê ya Amedê ku gelek caran medya hawiz û rayedarên îqtîdarê ji bo esrara li herêmê tê çandin bi manşetên “Operasyona çavkaniya fînansê ya PKK’ê" derdixin pêş, di belge û girtekên dadgehê de derket holê ku bazirganiya tiryakê li Licê bi destê fermandarên eskerî tê kirin. Di girtekan de tê dîtin ku fermandarek û 4 eskerên girtî di depoya qereqolê de çawa bazirganiyê dikin. * Jinên ku li zozanan hema bêje kar hemû li ser milê wan e anîn ziman ku dibe ku zor be lê li zozanan bêhna wan dertê û jiyana li vira nadin bi a bajaran.    * Rojnamevan Mehmet Alî Çelebî ku qewimîn û geşedanên li Lîbya û Idlîbê nirxandin, anî ziman ku Rûsyaya ku li Lîbyayê ji bo berdewamiya têkiliyên xwe mudaxileyên Tirkiyeyê nake, wê li Idlîbê fatûreya wê hazir bike û got, DYA jî pêngavên xwe yên li dijî Rûsyayê di ser Tirkiyeyê re dike.    * Qanûna Înfazê ya ku di pêvajoya şewbê de hat derxistin pêşî li ber şideta mêran vekir û di bûyerên şidetê de qanûna jimare 6284'an pêk nehat. Çendî ku rêxistinên jinan gotin "şidet zêde dibe, tevdîran bigirin" lê belê îqtidar tenê got, "şidet kêm bûye."    * Jinên ku li zozanan hema bêje kar hemû li ser milê wan e anîn ziman ku dibe ku zor be lê li zozanan bêhna wan dertê û jiyana li vira nadin bi a bajaran.    * Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çiftyurek êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê hatin kirin nirxand û got: “Tirkiye û Îran dixwazin konsepta Kerkukê pêk bînin. Pêwîste gelê kurd vê yekê baş bizanibe û yekitiya xwe pêk bîne.”   * Li Girtîgeha Jina ya Şakranê Dîdem Akman 4 meh in li dijî binpêkirinên mafan di rojiya mirinê de ye. Dayik wê Zulfiye Akman, diyar kir ku keça wê pir zihîf bûye û got: "Roj bi roj dimire. Bila daxwazên ên di rojiya mirinê de bên qebûlkirin."   * Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de wê bên şopandin.   * Meclîsa Jinan a HDP'ê, di çarçoveya kampanyaya "Têkoşîna Jinê Li Her Derêye" de, ji bo guhertina qanûna înfazê dê li ber Blok-B a Sarayê ya Edliya Kartalê daxuyanî bide çapemeniyê, bi KCDP û femînîstan re bicive. (10.30)   * HDP, di çarçoveya kampanyaya "Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê" de wê li Amedê dikandar û nûnerên STO'yê zirat bike, li Stenbolê biçe serdana DÎSK'ê û li Parka Beşîktaş Abbasaga bi gel re bicive. (10.00 - 19.00)   * Parlamenterên HDP'ê, wê li gelek navçeyên Stenbolê komele û dikandaran ziyaret bikin. (12.00-13.00)   * Alîkarê Serokê Weqfa Denîz Gezmîş Hamdî Gezmîş ê jiyana xwe ji dest da, wê li Goristana Karacaahmet a Stenbolê bê definkirin. (13.00)   * Odeya Bijîşkan a Rihayê û rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê, wê derbarê şewba vîrûsa korona û pirsgirêkên tendurisytiyê yên li bajêr tên jiyîn de daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)   * Danişîna biryarê ya doza derbarê zilamê Merve Kotan a li navçeya Efeler a Aydin kuşt de hatibû vekirin, wê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Aydinê pêk bê. (14.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Edenê, wê Rêxistina HDP'ê ya Edenê ziyaret bike û têkildarî zextên li ser partiyê daxuyanî bide çapemeniyê. (14.00)