Di pêvajoya şewbê de jin bi rewşek çawan re rû bi rû man? 2020-06-18 09:09:21 ENQERE - Qanûna Înfazê ya ku di pêvajoya şewbê de hat derxistin pêşî li ber şideta mêran vekir û di bûyerên şidetê de qanûna jimare 6284'an pêk nehat. Çendî ku rêxistinên jinan gotin "şidet zêde dibe, tevdîran bigirin" lê belê îqtidar tenê got, "şidet kêm bûye." Di pêvajoya şewba Covîd-19'ê de li seranserê cîhanê şideta li ser jinê û îstismarkirina zarokan zêde bû. Li Tirkiyeyê jî ji roja ku şewbê dest pê kir, di 11'ê Adarê de, bang li ser bangê hat kirin ku "kes ji malên xwe dernekeve". Lê belê ji ber vê jin ji mecbûrî tevî mêrên ku şidetê li wan dikin di heman malê de man.    RÊXISTINÊN JINAN HIŞYAR KIR    Rêxistinên jinan, ji ber banga "dimaldemayînê" tim û tim şik û gumanên xwe yên der barê zêdebûna şideta navmalê anîn ziman û bang li dewletê kirin ku demildest qanûna jimare 6284'an pêk bîne û xwestin xetên serlêdanê yên şidetê bia wayekî çalak bên şixulandin.    Qanûna jimare 6284'an ku rêxistinên jinan bi israr gotin divê pêk bê, di 30'yê Adarê de ji hêla Desteya Giştî ya Dadger Dozgeran ve hat hilawistin. Ev biryar bi xwe re fikar û gumanên ku dê dadgeh biryar dûrxistina ji malê an jî di dema binpêkirina tevdîran de cezayê hepsa malê nebirin, anî.    DI 20 ROJÊN EWIL DE 21 JIN HATIN KUŞTIN    Fikarên rêxistinên jinan piştî rapora Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) zêdetir bûn. Platformê di rapora xwe ya meha Adarê de aşkere kir ku di Adarê de 29 jin hatine kuştin û ji ên hatine kuştin 21 jê di navbera 11-31'ê Adarê de yanî piştî şewb li Tirkiyeyê belav bûye hatine kuştin.    ŞIDET JI SEDÎ 27 ZÊDE BÛ    Şideta li ser jinê di meha dudoyan a şewbê de jî nesekinî. Li gor lêkolîna Navenda Lêkolînên Qadî ya Sosyo Polîtîkê ku di navbera 3-8'ê Nîsanê de li 28 bajaran kiribû, di pêvajoya pandemiyê de şideta li ser jinê ji sedî 27.8 zêde bûye.    Lê belê Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakiyê Zehra Zumrut Selçîk jî di 8'ê Nîsanê de daxuyaniyek dabû û gotibû, di 3 mehên ewil ên salê de li gor berê cinayetên jina ji sedî 22 kêm bûne.    BI QANÛNA ÎNFAZÊ RE KIRYARÊN ŞIDETÊ ŞANDIN MAL    Di serdemeke wiha de ku çûyîna malên jinan pir zehmet bûye, di çaçroveya guherandina Qanûna Înfazê de ku di 13'ê Nîsanê de li Meclîsê hat qebûlkirin, kiryarên şidetê hatin berdan. Bi vê qanûnê re kesên sûcên cinsî, taciz û tecawizê kiribûn hatin berdan û çûn malên xwe.    BANGAWAZIYA 156 RÊXISTINAN    Piştî Qanûna Înfazê di 15'ê Nîsanê de hat qebûlkirin û ket meriyetê, hêdî hêdî girtîheh hatin valkirin. Li ser vê rêxistinên jinan jî bang kir ku di warê berdana kiryaran de mexdûr nehatine agahdarkirin û 156 rêxistinên jinan piştî vê qanûnan navbirî ket meriyetê bang li dewletê kirin ku di warê têkoşîna li dijî şideta li ser jinê berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û demildest tevdîran bigire.    ÊN HATIN BERDAN DÎSA TEHDE LI JINAN KIRIN    Kesên bi Qanûna Înfazê re hatin berdan dîsa jin û zarok bi şidet û tehdeyê re rû bi rû man. Muslum Aslan ku ji ber jina ku pê re zewicandîbû kêr kiribû û hatibû girtin, piştî qebûlkirina Qanûna Înfazê ya nû  hat berdan û çawa hat berdan keça xwe ya 9 salî kuşt. Fatîh S. jî piştî ji girtîgehê derket tehde li jina ku pê re zewicandiye kir û piştî jin ji mal çû du zarokên xwe bi zora çekê rehîn girtin.    Li gor daneyên Wezareta Polîtîkayên Malbat, Xebat û Civakiyê, piştî Qanûna Înfazê hatiye qebûlkirin 20 roj şûnde 2 hezar û 506 jin serî li Alo 183 dane.    Ji ber negirtina tevdîran û ji ber ku jinan nikaribû xwe bigihîne xetên îxbarê yên dewletê, rêjeya mirinên biguman jî zêde bûn. Wezareta Karên Navxweyî di 28'ê Nîsanê de daxuyandibû ku ji 11'ê Adarê ve li gor par cinayetên jinan ji sedî 45 kêm bûne, lê belê li gor rapora meha Nîsanê ya KCDP'ê rewş berevajî vê yekê ye. Di meha Nîsanê de 20 jin hatin kuştin û 20 jin jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane. Ji van jina 18 jê li malê hatine kuştin. Li gor raporê di meha Nîsanê de rêjeya jinên serî li platformê dane ji sedî 55 zêde bûye. Ji sedî 60 jinên serî li platformê dane ji ber şideta fizîkî û derûnî serî lê dane.    Di vê pêvajoyê de çendî ku jinan li ser hev bang dikir ku demildest "plana lezgîn pêk bê lê belê îqtidarê guh neda bangên wan û parast ku di pêvajoya pandemiyê de şidet kêm bûye. Wezareta Karên Navxweyî di 26'ê gulanê de daxuyandibû ku gava mirov rewşa niha û ya 70 rojên borî (beriya 11'ê Adarê û piştî wê) dide ber hev şidet ji sedî 7 û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî ji sedî 31 kêm bûye.    Lê belê li gor rapora meha Gulanê ya KCDP'ê di meha Gulanê de 21 jin hatine kuştin û 18 jin jî bi aayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane.    Ji koma Hiqûqê ya Civakiyî Parêzer Îlayda Doga Karaman, pêvajoya 3 mehên borî bi vî awayî nirxand: "Giştînameya ku HSK'ê der barê qanûna jimare 6284'an de da, bû sedem ku di pêvajoya dadgehê de der barê 6284'an de tu biryar neyên dayîn. Jinên ku nikaribûn serî li 6284'an bidin baweriya wan a bi dewletê nema. Heya 1'ê Hezîranê pergaleke ku bi awayekî rêk û pêk bişixule tunebû. Jinên pêwendî bi mercciyên fermî re datanîn, ji wan re dihat gotin ku divê pêvajoya pandemiyê bi dawî bibe, li benda 15'ê Hezîranê bin."    Karaman, destnîşan kir ku di pêvajoya şewbê de întihar zêde bûne. Karaman, anî ziman ku der barê întiharan de lêkolîn nehatine kirin û got: "Dibe ku jin li malê bi şidetê re rû bi rû maye, lê belê gava diçe nexweşxaneyê nikare bêje 'tehde li min hatiye kirin.' Çimkî axirê wê vegere heman malê. An jî jin xwe ew qasî bêçare hîs dike ku nikare derkeve derve întihar dike."    Herî dawî Karaman destnîşan kir ku feraseta mêrî ji coronayê talûketir e û heger tevdîr neyên girtin wê bibe sedema talûkeyên pir mezin û got: "Di vê pêvajoyê de jî divê em jin tevdîrên xwe bigirin li cem hev bin."    MA / Zemo Aggoz